Gergerlîoglû: Ez ê li cihê ku mabûm berdewam bikim 2021-07-07 13:35:46   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku piştî biryara AYM'ê ya "binpêkirina maf" hat berdan, ev tişt got: "Serî bilind ketimê serî bilind derketim. Ez ê li cihê ku mabûm berdewam dikim."   Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku piştî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê wî de "binpêkirina maf" da bi çend rojan şûn ve hat berdan, Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Gergerlîoglû, biryara AYM'ê ya ji bo xwe girîng dît û wiha got: "Bi pêvajoyeke bêhiqûqî ku 5 sal in li dijî min dihat meşandin hem êrişeke takekesî çêbûbû hem jî gel mexdûr bûbû. Mexdûriyeteke civakî hebû. Lewre ez parlamenterê gel bûm û avêtina min a zindanê avêtina gel a zindanê bû."   'WÊ BANDOR LI PARLAMENTERÊN DIN JÎ BIKE'   Gergerlîoglû, bi bîr xist ku gelek caran ji Serokatiya Meclisê re gotine ku li benda encama biryara AYM'ê bisekinin û wiha axivî: "Me got, 'biryara Enîs Berberoglû heye, bêhiqûqiyeke mezin heye, şaşî heye, li benda biryarê bisekinin'. Nesekinîn. Lê AYM'ê jî biryareke bihêz girt. Ev biryara bandor li parlamenterên girtî yên HDP'ê jî dike. Min têkoşîna mafê mirovan da. Niha dibînim ku ev têkoşîn ne tenê ji bo min ji bo gelek kesên ku bihiqûqî li wan hatiye kirin encam daye. Ev jî kêfeke mezin dide min. Zilmeke ku li me nekirin ma. 5 sal berê ji ber banga min a aştiyê ji ji bijîjkiya raya giştî hatim îxrackirin. Daxwaza aştiyê sûc e gelo? Min ev got lê guhdar nekirin. Her cure lînc û neheqî li me hat kirin lê me dîsa jî got aştî û mafê mirovan."   'EZ PARLAMENTERÊ 84 MILYONÎ ME'   Têkildarî parlamenteriya xwe jî Gergerlîoglû, destnîşan kir ku bi 90 hezar dengî hatiye hilbijartin û parlamenterê 84 milyonan e û ev tişt got: "Bêyî cihêkarî min têkoşîna mafê mirovan da. Me bi têkoşînê desthilatê jî aciz kir. Me her cûre neheqî dianî ziman. Desthilat jî ji vê aciz bû û bi zexta siyasî Dadgeha Bilind cezayê ku li min hatibû birîn erê kir. Li Dadgeha Bilind rexmî ku dadgerekî îttîraz kiribû û gotibû, 'Ev biryar çawa tê dayîn' jî cezayê min erê kiribûn. AYM'ê îro ji wî dadgerî re got tu pir mafdar î. Ev 5 sal in bi her rêyî têm mexdûrkirin. Lê di dawiyê de dadgehekî dibêje, 'Di 5 salan de gelek neheqî li te hatin kirin'. Rewşeke mîna fîlm."   'DIVÊ DEMEK ZÛTIR PARLAMENTERIYA MIN DEWRÎ MIN BÊ KIRIN'   Gergerlîoglû axaftina xwe wiha domand: "Gel me şand meclisê lê desthilatê me avêt zindanê. Lê hiqûq û AYM'ê careke din min ji zindanê derxist. Em ê ber bi vekaleta gel ve biçin. Li bendê me ku pêvajoyên makeqanûnî temam bibin û li meclisê careke din parlamenteriya min dewrî min bê kirin. AYM'ê biryara xwe ji Serokatiya Meclisê re jî şandiye. Dadgeha herêmî min tehliye kir. Ji bo dewrkirina parlamenteriya min tu astengî nema. Tişta ku Serokatiya Meclisê bike divê demek zûtir parlamenteriya min dewrî min bike. Ez li bendê me. Divê em demek zûtir xwe bigihînin mafê me yê hatiye dizîn."   'MIN TIMIK MECLIS TV TEMAŞE KIR'   Têkildarî biryara derbarê xwe de jî Gergerlîoglû, da zanîn ku biryara ji bo wê bandor li Doza Girtina HDP'ê jî bike û wiha pêde çû: "Biryara hatiye dayîn ji biryara ez li bendê bûm baştir e.Gelek bikêf im. Ez siyasetmedarekî partvanê mafê mirovan im. Li meclisê li ber xwe da. Li girtîgehê jî min li ber xwe da û parastina mafê mirovan kir. Ev têkoşîn rê li ber vekir ku der barê min de biryareke wiha bê dayÎn. Li zindanê min timik Meclis TV temaşe kir. Dema ku min birin jî min got, 'Ez parlamenter im'. Qet ji parlamenteriyê nebûm. Parastina mafê gel û rawestandina li dijî binpêkirinan ne sûc e."   ‘EZ Ê LI CIHÊ KU MABÛN BERDEWAM BIKIM'   Gergerlîoglû, bi lêv kir ku biryara der barê wî de kêfa gel jî anîye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Mirovan ji bo kêliyekî be jî gotin, 'Li vî welatî hiqûq heye, me mafê Destûra Bingehîn dît'. Di vê pêvajoya serokên mafyayan îttîrafan dikin û kesên li desthilatê desthilata xwe didomînin de derketina holê ya mafê me şoreşek e. Raya giştî, gelê me û herkesên ku ji demokrasiyê bawer dikin bila kêfa wan bê. Ez li cihê ku mabûm berdewam dikim. Li ba min rewşeke ku guheriye tune ye. Lewre min li zindanê jî heman tiştî kir. Min avêtin zindanê lê ez parlamenterê gel bûm. Ez ê paşde gav navêjim. Qet moralê min xera nebû. Serî bilind ketimê serî bilind derketim. Min dizanibû ku ez ê qezenc bikim. Wijdanê gel li cem min e."   MA / Zemo Aggoz