HDP’ê serdana esnafê titûnfiroş kir 2021-07-07 14:39:17   AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê, li dijî qanûna ku firotina titûnê qedexe dike, serdana esnafên titûnfiroş kir.   Wezareta Daristan û Çandiniyê, bazirganiya titûnê ya beyî “belgeya karbidestiyê” bi qanûnekê qedexe kir. Li dijî vê yekê bertekên hilberînerên titûnê didomin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan û partiyiyên pê re serdana esnafên ku titûnê difiroşin kirin. Dema serdanê de esnafên li Hala Nû ya Taxa Bagcilar a navçeya Rêzanê bertek nîşanî qanûnê dan. Esnafan, diyar kir ku ji ber titûna di hilberînin xwecihî ye, li dijî bace girtina dewletê ne û xwestin li Meclîsê dengê wan were bihîstin.     Şandeya HDP’ê jî diyar kir ku wê pirsgirêkên titûnfiroşan ji cihên pêwîst re vebêjin.