Li Artûklûyê welatiyan faîlê îstîsmarê girt 2021-07-07 16:56:08   MÊRDÎN - Faîlê îstîsmarê R.K. ku welatiyan li navçeya Artûklûyê girt, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.    R.K yê ku duh zarokeke 4 salî li kolaneke navçeya Artûklû ya Mêrdînê îstîsmar kiribû, ji aliyê welatiyan ve hatibû girtin û radestî polîsan hatibû kirin. R.K. yê hatibû binçavkirin, piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Dozger îfadeya R.K. girt û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê R.K. bi sûcê “îstîsmarkirina zayendî ya zarok” û “kesekê ji azadbûna wî bêpar were hiştin” girt û şand girtîgehê.