Piştî bûyerê bi 20 rojan îfadeya şahidan hat girtin 2021-07-07 18:34:42 ÎZMÎR - Derbarê êrîşa li ser HDP'a Îzmîrê û kuştina Denîz Poyrazê de îfadeya 4 şahidan hat girtin.    Piştî êrîşa li ser avahiya HDP'a Îzmîrê û kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyrazê bi 20 rojan îfadeya şahidan hat girtin. Piştî ku parêzerên Navenda Giştî ya HDP'ê du daxwazname dabûn, wekî şahid îfadeya Hevserokê HDP'a Îzmîrê Kadîr Baydûr û rêvebirên bajêr Hacay Yilmaz, Ramazan Efendîoglû û Derya Ozgenê hatin girtin.    HELWESTA POLÎSAN   Ji parêzerên Navenda Giştî ya HDP'ê Turkan Aslan, ragihand ku dozgerê lêpirsînê heya niha îfadeya 4 şahidan girtiye. Aslan, destnîşan kir ku ji roja êrîş pêk hatiye heya niha polîsan mudaxileyî kujer Onûr Gencer nekiriye û got: "Ji îfadeyên şahidan jî xuya dike ku polîs ji bo encamên rûxîner ên êrîşê ji holê rakin tu tişt nekirine. Li bendê mane kujer karê xwe hel bike û xwe bi xwe dakeve û ew jî li ber karxaneyê sekinîne, li benda wî mane."    PIRS   Aslan got: "Hê dî bîra me de ye ku polîsan çaw awêne bi kujerê Hrant Dînk re girtine. Di vê bûyerê de jî gelek pirs hene gelo kêmasiyek îstixbaratî heye yan na, beriya bûyerê polîsên li ber derî çima mudaxile nekirine, çima dereng mane û heger dereng nemabin çima mudaxile nekirine. Divê ev tişt bên vekolandin."   Aslan, destnîşan kir ku heger polîsan di wext de mudaxile bikirana dê niha Denîz Poyraz sax bûna.