ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2021'AN 2021-07-08 09:00:27 * Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku di 5 rojên serdanên wan ên li Çewlikê de, gel ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt îşaret bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiriye.  * Hunermend Beser Şahîn ku di nav Înîsyatîfa Yekîtiya Hunermendên Kurdistanî de cih digire û ji bo operasyona derveyî sînor çûbû Kurdistana Federe, anî ziman ku gotina "em ê destûra şerê birakujiyê" nedin bi bîra Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî xistine.    * Li 8 gundên bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve tam 16 roj in ji ber birrîna ceryana dînamoyên avê, bêav mane. DEDAŞ’ê bi milyonan deynê ceryana ava van gundan kiriye hêcet. Bi hezaran însan bêav mane û nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. Xelkê van gundan qutkirina avê wek “koletî, hovîtî û zilmê” dinirxînin û banga çareseriyê dikin.     * Waniyan diyar kirin ku deyn dikin û heqê fatûreyên xwe didin û gotin: "Ên zemê dikin bila roja hilbijartinê neyên doza rayan nekin."    * Li navçeya dîrokî ya Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin. Odeya Avahîsazan destnîşan kir ku bi vî awayî dê tevna dîrokî bi temamî ji holê bê rakirin.    * Zennûre Çelîk, serî li ber tahdeyê netewandiye û bi dû re dev ji hevjînê xwe berdaye. Çelîk, ji bo debara xwe bike êvarî xurdeyan berhev dike û bi roj jî li parkan çay û simîtan difiroşe. Lê heger xaniyekî wê çênebe, dê nikaribe zarokên xwe bîne cem xwe.    * Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê wê di roja 122'emîn de bididome.    * Karkerên medenê yên ji navçeya Somayê ya Manîsayê ku tazmînata wan nehatiye dayîn wê bimeşin meclisê. (10.00)   * Danişîna doza ku ji ber kuştina Medenî Yildim li leşker Adem Çîftçî hatibû vekirin dê li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00 - 17.00)   * Danişîna doza ku ji ber qetilkirina Dilan Kok li Marûf Kok hatibû vekirin wê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Îdirê bê dîtin.(11.00)   * 4'emîn Danişîna doza ji ber destdirêjiya ku li Navenda Paşve Şandinê ya Kûrûbaşi li penabera îranî Z.N. hatibû kirin li peywirdarên ewlehiyê hatibû vekirin wê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê bê dîtin. (11.30)   * Danişîna doza ku li endamê girtî yê Meclisa Partiyê (PM) ya HDP'ê Firat Keser hatibû vekirin wê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Aydinê bê dîtin. (14.45)   * Tora Têkoşîna Dijî Tundiyê ya Amedê, derbarê negirtina faîlê ku Ayşe T. kuştibû û weke întiharê nîşan dabû li navçeya Farqînê daxuyanî bide. (16.00)   * Hêzen Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, wê bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li Qada Gundogdûyê mitînga "Bêhneke ji bo demokrasiyê" li dar bixe. (18.00)