16 roj in 8 gund bêav mane: Av li ber çavê me ye lê em ji bêaviyê qeliyan 2021-07-08 09:06:01 ÊLIH - Li 8 gundên bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve tam 16 roj in ji ber birrîna ceryana dînamoyên avê, bêav mane. DEDAŞ’ê bi milyonan deynê ceryana ava van gundan kiriye hêcet. Bi hezaran însan bêav mane û nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. Xelkê van gundan qutkirina avê wek “koletî, hovîtî û zilmê” dinirxînin û banga çareseriyê dikin.   Li gundên Zîlan û mezra xwe Bacaxê, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê, Holê û Xoxê yên bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve 16 roj in xelk ji bêaviya qeliya. Li van her heşt gundan ji 23’yê hezîranê ve Şirketa Firotina Perakendeya Ceryanê ya Dîcleyê (DÎCLE EPSAŞ) bi navê wê din DEDAŞ'ê bi hêceta “deyn nehatine dayîn” ceryana dînamoyê ava gundan birriye. Ji ber vê yekê ava van gundan qut kirin e. Di rojên ewil de ava Bajaroka Kaniyahenê jî hatibû birîn lê bi demkî ava bajarok hatiye berdan. Hat zanîn ku DEDAŞ’ê gotiye wê ava Bajarokê Kaniyahenê û gundê Melkîşa jî qut bike. Hat zanîn ku Miduriyeta DEDAŞ'ê gotiye wan li tevahiya Êlihê ceryana ava 45 gundan qut kiriye û wê vê hejmarê derxin 90 gundan.      TÊ GOTIN AVA 45 GUNDAN HATIYE QUTKIRIN    Deynên van gundan bi milyonan lîre ye. Gundî diyar dikin ku ji ber nikarin deynê fatûreya ceryana dînamoyên avê bidin, bi zilma DEDAŞ’ê re rûbirû mane. Gundî dibêjin bi salan e DEDAŞ’ê ceryana ava wan qut dikir, pişt re berdida û vê carê ji binî qut kiriye û zilm li wan tê kirin.    Ji ber ava şebekeya gund nayê welatiyên gundan neçar in diçin bi tangêr û metereyan avê ji Çemê Batmanê û qenala avê ya DSÎ’yê avê tînin û pêdiviyên xwe avê dabîn dikin. Ji ber ava çem û qenalê nepaqij e dibe sedema nexweşînan û rê li ber emel û vereşînê vedike. Her wiha gundî dibêjin nebûna avê dar û ber û sebzeyên wan jî hişk dibin.   MALBATA DI KARANTÎNAYÊ DE YE PERÎŞAN BÛYE    Li gundê Zîlan malbata Yucel ji ber Kovîd-19’ê di karantînayê de ye û nikarin pêdiviyên xwe avê dabîn bikin. Rojên dijwar derbas dibin û kes li halê wan napirse. Ji ber karantînayê di şaneşîna mala xwe de ji kameraya me re axivîn û Emîne Yucel gilî û gazinên xwe yên ji bo nebûna avê anîn ziman.    ‘AV LI BER ÇAVÊ ME YE, LÊ EM NIKARIN VEXWIN’   Ji şêniyê gundê Zîlan Tahîr Yumurtaci li ser rê li qay me hat û ew li ser traktorê bi tangêrê avê dibir malê axivî û behsa şerpezeya dikişînin kir. Yumurtaci destnîşan dike ku heta niha ji bilî partiyên muxalefetê kesî li rewşa wan nepirsiye û DEDAŞ dixwaze wan ji bêaviya bikuje. Yumurtaci got: “Ava çem û qenalê di ber gundê me re diçe û bendav li ber gundê me ye, lê em ji avê mehrûm hatine hiştin. Av li ber çavê me ye, lê em nikarin vexwin.” Yumurtaci xwest pirsgirêka wan avê li tavilê were çareserkirin.   Zerîfe Yumurtaci jî da zanîn ku ji ber ku av tune ye ew nikarin paqijiya malê bikin û her tiştê wan bi avê ye, heke av nebe jiyan jî tune ye.    ‘KOLETIYÊ LI ME FERZ DIKIN’     Şemsettîn Guldem jî da zanîn ku ev du sê hefte ye bêav mane û got: “Koletiyê li me ferz dikin. Ev îqtidar, ev dewlet me qebûl nake. Dibêje hûn kurdbûn wê halê we ev be. Dixwazin me bi qelînin. Dar û berên me bêav maye. Bi rojane ji ber nebûna avê min serê xwe neşûştiye. Dixwazin me tune bihesibînin. Li şûna ku îqtidar li me bipirse, lê me tune dike.”   ‘EV NE KARÊ ÎNSANIYET Û ÎSLAMIYETÊ YE’    Abdullah Ozerdem jî ku metereyên avê li wesayîta xwe bar kiribû û diçû avê bi hêrs halê pêrîşaniya xwe da nîşandan û bertek nîşanî îqtidarê da. Ozerdem anî ziman ku qutkirina ava wan di encama polîtîkayên iqtidarê de pêk tê û ev îqtidar dixwaze wan ji av, ax û gundê wan bike. Ozerdem qutkirina avê ya di germa havînê de wek “zilm û hovîtiyê” nirxand û got: “Êdî bes e ji vê zilmê re. Zar û zêçên me û sewalên me ji bêaviyê dimirin. Em ketine rewşek pirr xerab. Kes tine li halê me bipirse. Tişta ku anîn serê me ne şixûlê însaniyetî û îslamiyetê ye.”    ‘NAVÊ VE NE ZILM E, WEHŞET E’   Em bi Abdullah Ozerdem re çûn serê ava kaniya ku ji qenalê tê û metereyên avê lê dadigirin. Li serê kaniyê Turkan Ozerdem jî diyar kir ku ew ji ber nebûna avê pirr perîşan bûne û got: “Navê ve ne zilm e, wehşiyet e. Ji ber ku av tune ye, em qeliyan, mala me xera bû. Bila dinya alem tev halê me bibîne. Ji ber bêaviyê em şaş û metel mane.”    METERE LI DESTÊ WÊ NE Û DIKE HEWAR    Hasîna Sevîm bertek nîşanî qutkirina avê dide û muslixa avê nîşanî me dide ku av jê nayê û dibêje ka bila her kes binêre ku halê wan ne ti hal e. Sevîm anî ziman ku ew bi gurcikekî dijî û nexweş û nikare biçe avê bîne. Sevîm da zanîn ku av paqijiya jiyanê û îmanê ye û ji ber av tine nikare destnimêj bigire û nimêja xwe bike. Sevîm rakiriye metereyên avê û li benda hatina tangêrekî ye ku avê jê werbigire û ji ber bêaviyê hewara wê digîhîje erşê esman. Sevîm dibêje “Ji bo xatirê van eyd û erefatan ava me berdin. Em rezîl û perîşan bûne.”   Fatma Ozcan jî destnîşan kir ku av tune ye ew serê xwe bişon, cilên xwe bişon, mal qirêj bûye û tu çare ji wan re nayê dîtin. Ozcan got ew jî nizanin wê çi bibe ji halê wan.    ZAROK NEXWEŞ KETINE   Benîsadir Sayar jî bi malbata xwe re bi wesayîta xwe ji gund derdiket û me wî li ser rê sekinand û li halê wan pirsî. Sayar dibêje zarokên wî bi avê nexweş ketine û diçin nexweşxaneyê. Sayar anî ziman ku zarokên wî ji ber ava nepaqij vedireşin û emel bûne û qutkirina avê bûye sedema pirsgirêka tenduristiyê. Sayar got ew dixwazin demildest dawî li qutkirina avê were da ku nexweş nekevin.    HEJMARA MAL, GELHE Û DEYNÊ GUNDAN    Hûrguliyên hejmara mal, gelhe û deynê gundan wiha ne:   * Gundê Zîlan nêzî 300 malî ye û 2 hezar û 500 gelheya wê heye. Deynê ceryana ava wê 2 milyon û 396 hezar lîre ye.    * Mezra Bacaxê 20 mal e û nêzî 200 kes gelheya wê heye. Deynê ceryana ava Bacaxê 514 milyon û 842 hezar lîre ye.   * Gundê Hiskutê 65 mal e û gelheya wê 500 kes e. Deynê ceryana ava Hiskutê 709 hezar û 891 lîre ye.    * Gundê Malê Gir 25 mal e û 250 kes gelheya wê heye. Deynê ceryana avê wê 205 milyon û 260 hezar lîre ye.    * Gundê Selîvê 150 mal e û hezar û 500 gelheya wê heye. Deynê ceryana ava Selîvê 4 milyon û 546 hezar lîre ye.    * Gundê Kanîkê 150 mal e û hezar û 500 gelheya wê heye. Deynê ceryana ava Kanîkê milyonek û 753 hezar lîre ye.    * Gundê Holê jî gundek qelebalix e.    * Gundê Xoxê 33 mal e û 560 kes lê dijîn û deynê ceryana avê 412 hezar 469 lîre ye.    MA / Bîlal Guldem - Ozgur Paksoy