Beser Şahîn: Me gotinên Barzanî bi bîra wî xistin 2021-07-08 09:06:05 STENBOL - Hunermend Beser Şahîn ku di nav Înîsyatîfa Yekîtiya Hunermendên Kurdistanî de cih digire û ji bo operasyona derveyî sînor çûbû Kurdistana Federe, anî ziman ku gotina "em ê destûra şerê birakujiyê" nedin bi bîra Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî xistine.  Piştî ku PDK, tevî Tirkiyeyê tevli operasyona derveyî sînor bû, raya giştî ya kurdan bertekek mezin nîşan da. Înîsyatîfa Yekîtiya Hunermendên Kurdistanî jî ji bo rawestandina şer çûbû Herêma Kurdistana Federe û hevdîtinê bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, Wezareta Pêşmergeyan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên çapemeniyê re pêk anîbî. Hunermend Beser Şahîn ku di nav înîsyatîfê de cih digire, armanca serdana înîsyatîfê û hevdîtinên kirine nirxandin.    HEVDÎTINA BI WEZARETA PÊŞMERGEYAN RE    Şahîn, diyar kir ku li Kurdistana Federe rewşeke talûke heye û ew hunermend, rewşenbîr û nivîskar li dijî vê tevgeriyane. Şahîn, anî ziman ku li Hewlêrê ewilî hevdîtin bi Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl re hevdîtin kirine û di hevdîtinê de fikarên xwe û daxwazên xwe bilêv kirin û hevdîtina wan baş derbas bûye. Şahîn, destnîşan kir ku di sedsala 21'ê de îhtimala şerekî navxweyî yê kurdan nayê qebûlkirin.    ZIMANÊ YEKÎTIYÊ    Şahîn, diyar kir ku hevdîtin bi saziyên çapemeniyê re jî kirine û di hevdîtinê ji saziyên çapemeniyê xwestine hay ji zimanê xwe hebin û divê ne zimanekî cihêkar û berberîbûnê, zimanekî li ser asasê aşitî û yekîtiyê bê bikaranîn.    HEVDÎTINA BI BARZANÎ RE    Şahîn, anî ziman ku hevdîtina wan a bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî re jî baş derbas bûye û di hevdîtinê de fikar û daxwazên xwe yên derbarê pêvajoyê de bilêv kirine. Şahîn, got: "Me ji Birêz Barzanî re got, ew xwedî tecrûbeyeke mezin e, lewma di vir de berpirsiyariya mezin dikeve ser milê wî. Me jê xwestin wekî rêberekî kurdan nêzî meseleyan bibe û li ser çareseriyê hûr bibe. Em di dema operasyona Zapê di sala 2008'an de jî hatibûn û me hevdîtin bi Birêz Barzanî re kiribû. Birêz Barzanî wê çaxê soza dabû me û gotibû, 'Dê careke din birakujî çênebe. Ez ê nehêlim.' Me ev gotina wî bibîra wî xist. Birêz Barzanî jî got, 'Ez li pişt gotina xwe me, lê divê hemû alî hesas tevbigerin."    PÊŞWAZÎKIRINA GEL   Şahîn, destnîşan kir ku li herêmê hem rêxistinên civaka sivîl hem jî gel wan pir baş pêşwazî kirine û got: "Hatina me bandorek mezin li gel kir. Li ser medyaya civakî jî wisa bû. Gel qethiyen vê rewşê naxwaze. Înîsyatîfên sivîl jî vê yekê naxwazin."    YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Şahîn, anî ziman ku kurd bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne û tiştên dixwazin perçeyeke planên NATO, DYA, Tirkiye û welatên emperyalîst in û lewma divê hemû kurd û rêxitinên kurdan vê planê pûç bikin.    Şahîn, destnîşan kir ku divê kurd li hemberî talûkeyên mihtemel tevbigerin û got: "Li Rojhilata Navîn, Kurdistan bûye navenda lîstikên pir qirêj. Di salên dawî de rûxandineke mezin çêbû. Tenê ne tiliya Tirkiyeyê, tiliya gelek hêzên emperyalîst tê de heye. Lewma divê kurd vê yekê baş bixwînin. Kurd, ji bo ji heq vê rewşê derkevin divê siyaseteke li gor aqilê serdemê hilberînin, bibi tifaq. Destkeftî dê bi vî awayî bên parastin û talûke dê bi vî awayî bên berterefkirin."    MA / Îdrîs Sayilgan