Li Pîşesaziya Hesinkaran teqînek pêk hat 2021-07-08 10:46:28   STENBOL - Li Sîteya Pîşesaziyê ya Hesinkaran a Başakşehîra Stenbolê teqîn pêk hat û 2 kes birîndar bûn.    Li kargehek Sîteya Pîşesaziyê ya Hesinkaran a li navçeya Başakşehîra Stenbolê teqînek rû da. Nehat zanîn teqîn ji ber çi pêk hatiye û 2 kes birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.