Li Qereyaziyê 7 kes hatin binçavkirin 2021-07-08 10:46:53   ERZIROM - Li navçeya Qereyaziyê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin.    Polîsên tîmên taybet û eskeran li gundên navçeya Qereyaziyê ya Erziromê bi ser gelek malan de girtin û 7 kes binçav kirin. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Qereyaziyê. Hat zanîn ku cezayê hefsê yên dozên beriya niha li 7 kesan hatibû birîn, ji aliyê dadgehê ve hatiye pejirandin û di encama vê yekê de her heft kes hatine binçavkirin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Salîh Altayi, Eset Kaplan, Alî Riza Kaplan, Metîn Kara, Bahattîn Sumbul, Alî Sumbul û Farûk Sumbul.