Karkerên madenê ku meşa wan tê astengkirin baretên xwe şikandin 2021-07-08 12:01:29 ENQERE - Karkerên madenê yên ku çûna wan a ber Meclîsê hat astengkirin, di ketina Enqereyê de çalakî li dar xistin û baretên xwe şikandin.    Karkerên madenê yên Şirketa Ûyarê ya li navçeya Soma ya Manîsayê ku 8 sal in tazmînata xe wernegirtine bi sendîkaya xwe Maden-Îş a Serbixwe re meşiyan Enqereyê. Di ketina Enqereyê de 4 roj in ji aliyê polîsan ve tên astengkirin û destûr nayê dayîn bimeşin ber Meclîsê. Karkeran îro jî xwest biçin ber Meclîsê polîsan ew asteng kirin. Parlamenterê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana karkeran û piştevaniya wan kir.    BARETÊN XWE ŞIKANDIN   Polîsan mudaxileyî meşa karkeran kir. Karkeran dirûşm berz kirin û bertek nîşanî polîsan dan. Karkeran çalakî li dar xistin û baretên xwe şikandin.    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Pisporê Rêxistinkirinê yê Maden-Îşê Başaran Aksû li ser navê karkeran daxuyanî da û got: “Em ne kole ne, em wekheviyê dixwazin. Em banga piştevaniyê li her kesî dikin.”    Karker di ketina Enqereyê de disekinin.