Hewldana 78'an serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-07-08 13:05:34   RIHA - Endamên Hewldana 78'an, serdana Malbata Şenyşar ku nobeta xwe ya "Edaletê" ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 122'yemîn de didomîne kir. Endama Hewldanê Atiye Oktay, ev tişt gopt: "Kezeba milyonan peritiye. Herkesê xwedî wijdan dibêje êdî bes e. Bila herkes li pêşberî qanûnan wekhev be. Heyfe malbateke hilweşiya. Êdî bes e."   Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê di encama êrişa parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya "Edaletê" ya di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di 122'yemîn de didome. Weke hergav îro jî malbat di saetê serê sibehê de hat ber edliyeyê û bi dovîzên mîna "Ji bo herkesî edalet", "Dayikeke 122 roj in çalakiyên nobetê didomîne" , "2 kur û hevjînê wê li nexweşxaneyê qetil kirin" , "Ji ber ku di komkujiyê parlamenter jî heye 3 sal in doz nayê vekirin" dest bi çalakiya xwe kir.    'ÊDÎ BESE’   Serdanên piştevaniya malbatê îro jî berdewam kirin. Endamên hewldanên 78'an ên Dîlok, Riha û Pirsûsê serdana malbatê kirin. Bi malbatê re parêzerê malbatê Serhat Kûrt jî endamên hewldanan pêşwazî kir. Piştî hevdîtina bi malbatê re li ser navê endaman Atiye Oktay axivî û wiha got: "Me beriya niha jî dixwest serdana malbatê bikin. Em ê bi Berdevkê xwe yê Tirkiyeyê Celalettîn Can re bihatina lê ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê em dereng man. Ji ber vê em ji malbatê lêborîna xwe dixwazin. Diviya ku em zûtir bihatina."   'KEZEBA MILYONAN PERITIYE'   Di berdewamê de Oktay, ev tişt gotin: "Mixabin li Tirkiyeyê êşên gelek mezin tên jiyîn. Êşa herî mezin jî êşa dayik û birayekî ye ku 122 rojan dikişînin. Timik êşa ku dikişînin bi bîra me dixin û kezebên me dişewitînin. Li tu devereke dinyayê êşeke wiha tuneye û rayedar li dijî vê êşê ker, kol û lal nabin. Li welatên demokratîk herkes li pêşberî qanûnan wekhev e. Li welatê me ku veguherandine Rojhilata Navîn qanûn ji bo alîgirên desthilatê hene. Tu yê hem mirovên bêguneh bikujî hem jî ji xwe re rehet rehet bigerî û wê edaletê cihê xwe nebîne. Ji roja ku komkujî pêk hatiye ve em bûyerê dişopînin. Êdî bes e kezeba milyonan peritiye. Herkesê xwedî wijdan dibêje êdî bes e. Bila herkes li pêşberî qanûnan wekhev be. Heyfe malbateke hilweşiya. Êdî bes e."   'EM HIQÛQÊ DIXWAZIN'   Piştî axaftina Oktay Ferît Şenyaşar jî axivî. Şenyaşar, diyar kir ku bi piştevaniya ku ji wan re tê nîşandan çalakiya xwe didomînin û wiha got: "3 mirovên me li Nexweşcxaneya Dewletê ya Pirsûsê li pêşberî qamerayên ewlehiyê bi lîncê hatin qetilkirin. Hê jî li ser dozê biryara nepeniyê heye. Roja duşemê ji bo dosyayê dozgerê 8'emîn hat tayînkirin. Me daxwaza hevdîtinê kir, bi awayekÎ kêfî ev daxwaz hat redkirin. Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em piştgiriya hiqûqî û piştevaniyê dixwazin."   BERTEK NÎŞANÎ POLISÊ KU KÊŞANÊ KIR DA   Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî polisên ku dema serdanê hevdîtinê kişandin da û bi lorandinê ev tişt ji wan re got: "Hûn çima nakevin pey şopa kesên ku me qetil kirin? Me çi kiriye ji we.? Hûn çima li pey me digerin? Biçin kesên ku me qetil kirine bigirin. Hûn di malbata me de sûcdar nabînin." Emîne Şenyaşar, di van kêliyan de wêneyên zarokên xwe yên hatine qetilkirin; Adil, Celal û hevjînê xwe Esvet Şenyaşar hembiz kir û bi demeke dirêj lorik barandin.    Endamên Hewldana 78'an piştî ku demekê bi malbatê re nobet girtin ji ber edliyeyê veqetiyan.    'SERKEFTIN TEQEZ E'   Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: "Em li Edliyeya Rihayê di bin zilmê de têkoşîna 'maf' didin. Di dozeke mafdar de serkeftin jî teqez e. Wê ji vê zilma bi rêya darazê berdewam bike re rayedarekî bi wijdan bêje bisekine..."