Varyanta Delta Plusê gelo li Amedê ye? 2021-07-08 14:14:21   AMED - Li Amedê peyama ji nexweşrek re hatiye şandin û xebatkarê tenduristiyê ku gotiye bi varyanta Deltayê re rûbirû maye, ev yek tîne bîra mirov ku gelo yek ji wan bajarê wezîr Fahrettîn Koca varyanta Deltayê lê eşkere nekir Amed e?    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pêr têkildarî varyanta “Delta Plus” a vîrûsa kironayê (Kovîd-19) daxuyanî dabû û gotibû “Delta Plus bi 3 kesan re li 3 bajarên cuda hatiye dîtin, yek ji van bajaran Stenbol e. Li Enqereyê nîne. Ez her du bajarên din nabêjim.” Bajarên ku Koca eşkere nekiriye, bûne mijara meraqê. Hat zanîn ku yek ji van bajaran Amed e. Tê gotin ji ber ku sibê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan tê Amedê lewma navê Amedê nehatiye eşkerekirin.    PEYAM HATIYE ŞANDIN    Wezareta Tenduristiyê li ser sepana “Hayat Eve Sigar” ji kesek bi vîrûsa koronayê ketiye re peyam şand û jê re hatiye gotin ku “Mutasyona aydê cûreya zû belav dibe” ya varyanta Delta Plus e.    XEBATKAR RAGIHAND    Xebatkarek tenduristiyê ku di ekîba filyasyonê de cih digire li ser hesabê xwe yê medya civakî diyar kir ku ew bi varyanta Deltayê re rûbirû maye. Ev xebatkarê tenduristiyê wêneyê xwe belav kiriye û li ber wesayîtê sekinî ye û cilên dij koronayê lê ne.    Varyanta Deltayê ku navê “Delta Plus” lê hatiye kirin bi xeteretir tê dîtin û tê gotin ku zûtir nexweşînê belav dike û li dijî tedawiya antîkorê bi rijd e.