Di doza Medenî Yildirim de careke din leşker beraet kir 2021-07-08 14:16:38   AMED - Di doza ku têkildarî kuştina Medenî Yildirim a di şermezarkirina qaleqoleke li navçeya Licê de hatibû vekirin de leşker Adem Çîftçî cara duyemîn beraet kir.      Di 28'ê hezîrana 2013'an de li dijî avakirina qaleqoleke li navçeya Licê çalaekiyeke şermezarkirinê hatibû lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkeran gule li çalakgeran reşandibû û Medenî Yildirim (19) hatibû kuştin. Ji ber kuştina Yildirim, bi sûcdariya "kuştina qesta muhtemel" doz li leşker Adem Çîftçî hatibû vekirin. Danişîna dozê li 7'êmîn dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin û parêzerên malbata Yildirim li danişînê amede bûn. Ji ber ku rizgarbûyî tê hesibandin leşker Çîftçî tevlî danişînê nebû lê parêzerê wî Kasim Kûtboga bi SEGBÎS'Ê tevlî danişînê bû.    Heyeta dadgehê di danişînê de biryar da û cara duyemîn leşker Adem Çîfçî beraet kir.    BIRAYRA BERAET LI ÎSTÎNAFÊ XERA BÛBÛ   Beriya niha jî 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê Çîfçî beraet kiribû û ev biryar di sala 2018'an de li Dadgeha Îstînafê bi yekdengî hatibû xerakirin.      -