Li Qamişloyê komxebata yekitiyê 2021-07-08 14:46:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Lijneya Birêvebirina KNK'ê Ekrem Hiso ku di komxebata yekitiye neteweyî de diyar kir ku hewl didin kurdan di yek sefî de bigihînin hev û ev tişt got: "Tirkiye gelê kurd hedef digir û armanca wê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye."    Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)-Rojava, bi şîara "Em ê bi yekitiye neteweyî dagirkeriyê têk bibin û pêşî li şerê navxweyî bigirin" li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebatek li dar xist. Rûspî û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rêxistinên jin û ciwanan ên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî komxebatê bûn. Endamê Lijneya Birêvebirina KNK'ê Ekrem Hiso, diyar kir ku armanca komxebatê, li dijî talûkeyên gelê kurd pê re rû bi rû ye gihandina nêrîneke hevpar e.    ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ   Hiso, têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê jî ev tişt got: "KNK, hewl dide li her çar parçeyên Kurdistanê kurdan di yek sefî de bigihîne hev. Dagirkirina tirk niha hebûna gelê kurd hedef digire û armanca dagirkirina başûrê Kurdistanê ye."   CIVÎNA ASTANAYÊ   Di berdewamê de Hiso, destnîşan kir ku Tirkiye li Astanayê hin civînan saz kiriye û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: "Dewlet tirk helw dide li Astanayê hin civînan li dar bixe. Armanca bingehîn a van civînan astengkirina Deriyê Til Koçer e. Ji bo vê divê gelê kurd zanibe ku dewleta tirk dixwaze me di qirkirinê re derbas bike."   Hiso, agahî da ku wê encama komxebatê dê ji partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re ragihînin.