Derbarê Hevserokê HDP’ê yê pirsgirêka avê anî ziman lêpirsîn hat destpêkirin 2021-07-08 15:34:45 ÊLIH - Derbarê Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kûlpû yê ku qutkirina ava gundên Hezoyê di bernameya televîzyonekê de anî ziman lêpirsîn hat destpêkirin.    DÎCLE EPSAŞ bi navek din DEDAŞ’ê ceryana dînamoyên ava gundên Zîlan, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê, Holê û Xoxê û mezraya Bacaxê yên bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve birriye û 16 roj in bêav mane. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê Omer Kûlpû ji bo pirsgirêka avê bîne ziman beşdarî bernameya televîzyonekê bûbû. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi îdiaya “Xelkê tahrîkî kîn û dijminatiyê kiriye û biçûk xistiye” derbarê Kûlpû de lêpirsîn da destpêkirin. Miduriyeta Polîsan a Êlihê li Kûlpû geriyaye û xwestiye biçe îfade bide polîsan.    ‘MEXDURIYETÊ NABÎNIN LÊ KETINE PEY LÊPIRSÎNAN’    Kûlpû çû Miduriyeta Polîsan û îfade da. Kûlpû bertek nîşanî lêpirsînê da û got xelkê gundan çi ji wan re vegotiye wê di televîzyonê de aniye ziman û wî mexduriyeta xelkê gundan ragihandiye. Kûlpû destnîşan kir ku rayedarên ku pirsgirêka avê ya xelkê gundan nabîne ketine pey lêpirsînan. Kûlpû xwest ku pirsgirêka avê ya li gundan demildest were çareseserkirin.    ‘EM Ê HER BÎNIN ZIMAN’    Kûlpû da zanîn ku ew ê di şert û mercê de pirsgirêka avê ya li gundan bînin ziman û wê lêpirsîn nikaribe pêşiya wan bigire.