Li Dêrîkê gengeşeya DEDAŞ’ê 2021-07-08 16:54:58   MÊRDÎN - DEDAŞ’ê li navçeya Dêrîkê trafoyên bîrên avê yên gundiyan rakirin û eskeran bi gazê mudaxaleyî gundiyên ku li dijî rakirina trafoyan derketin kirin û bê se rû ber gule berî hewa dan.    Tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li mezrayên Kizlerê û Menteşê yên girêdayî gundê Qasra û gundê Selmê yên navçeya Dêrîka Mêrdînê trafoyên gundiyan rakirin. Rakirina trafoyan li gundan bû sedema bertekan. Gundiyan, bertek nîşanî tîmên DEDAŞ’ê yên bi eskeran re hatin gund û trafoyan rakirin dan. Li gundê Menteşê, ji ber ku gundî li dijî rakirina trafoyên xwe derketine eskeran, bi gaza îsotê mudaxaleyî wankir û bê ser û ber gule berî hewayê dan. Piştî gengeşiya kut demekê berdewam kir, tîmên DEDAŞ’ê trafo rakirin.    PÊVAJOYA DADGEHÊ    Gundiyan, diyar kir ku bi hêceta “deynên nehatine dayîn” tîmên DEDAŞ’ê trafoyên wan rakirine û wiha gotin: “Li gund ceyrana malan heye niha. Lê garis li erdê ye pêwistiya wî bi avê heye. Heke trafo nebin em nikarin avdanê bikin. Deynan dikin hêcet. Derfetên me yên ku heqê fatorayan bide nînin. Ligel ku pêvajoya dadgehê berdewam dike jî trafoyên me tên xespkirin.”