Qeyûm rêyan xera dike û çêdike: Esnafên Wanê bêzar bûne 2021-07-09 09:09:34 WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li gelek deverên bajêr çêkirina rê û peyarêyan dabû destpêkirin. Lê ji ber ku çêkirina rê û peyarêyan nayê qedandin esnafên bajêr ji ber vê bêzar bûne.  Li navenda bajêr a Wanê û navçeya Rêya Armûşê, xebatên çêkirina rê û peyarêyan ên qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê esnaf û şêniyên bajêr bêzar kirine. Qeyûmê bêyî ku salek di ser re derbas bibe, li heman kuçe û kolanan cardin dest bi çêkirina rê û peyarêyan kiriye. Ji ber vê esnafên bajêr nikarin tu karî bikin. Qeyûm di serê Gulanê de li Kuçeya Hunerê, Yuzbaşioglû, Turkoglû, Kuçeya Kuçukcamî, Kolana Sihke û gelek deverên din dest bi çêkirina rê û peyarêyan kiribû, lê belê ji ber ku ev xebat nayên qedandin esnaf û welatî êdî bêzar bûne û nikarin tu karî bikin.    EYNÎ TIŞT    Esnaf Taner Mînaz, anî ziman ku ji zû de ye çêkirina rê û peyarêyan didome û ji ber toz û duzana wê nikare eşyayên xwe deyne ber dikana xwe. Mînaz got: "Rê xera kirine, lê niha tu tiştî nakin. Ez mehê 3 hezar TL heqê kirêya dikanê didim. Bi ser jî zabite tên ceza li me dibirin. Qaşo rê û peyarê çêkirine, lê rabûne panoya ceryanê tam li orta peyarêyê bi cih kirine. Deriyê dikanê û panoya ceryanê li hember hev in. Jixwe di dema pandemiyê de dikanên me girtî bûn û me tu kar nekir, niha jî ji ber vê em nikarin tu karî bikin. Peyarêya ku par çêkiribûn, xera kirin û niha li dewsa wê heman tiştî çêdikin."    'BANDOREK MEZIN LI KARÊ ME DIKE'    Rojhat Hamzaogûllari jî anî ziman ku ji ber vê esnaf mexdûr bûne û got: "Heger di dema qedexeyên pandemiyê de rê û peyarê nû bikirana, ê baştir bûna. Dest pê dikin lê nizanin biqedînin. Ev bandorek nebaş li me dike û me mexdûr dike. Bila zûzûka biqedînin. Heger wisa dewam bike dê esnaf dikanên xwe bigirin. Ji roja ku dest bi çêkirina rê û peyarêyan kirine, karê me ji sedî 80 kêm bûye."    ‘ME GILÎ KIR'    Esnaf Halît Kûrt jî diyar kir ku şaredariyê rêyên têkûz xera kirine û bi vî awayî gel mexdûr dike. Kûrt got: "Di dema qedexeyên pandemiyê de em bi rojan li malê ma. Du sal in esnafan tu kar nekiriye. Meh û nîvek e jî rê xera kirine, lê çênakin. Ji roja ku rê xera kirine kes nayê vê kuçeyê. Ji ber vê ji sedî 80-90 karê me kêm bûye."    Kûrt, anî ziman ku gelek caran gilî kirine lê kesî guh li wan nekiriye û got: "Sirf ji bo çend kes zengîn bibin, gel mexdûr dikin. Dikana min bikirê ye. Çend kes li cem min dixebitin û ez ji ber vê mexdûr im. Di dema HDP'ê de rê dihatin çêkirin, lê esnafek jî nerihet nedibû. Lê niha her kes mexdûr e. Peyarê xera kirin çûn, lê ji bo çêkirinê kes nayê."    ENQAZ   Esnaf Mehmet Yilmaz jî got: "Qaşo dê rê çêbikirana, lê mahf kirin û hiştin. Meh û nîvek e ev rê di vî halî de ne. Çima di dema qedexeyên pandemiyê de çênekirin? Ji cejnê re hindik maye û mirov nikarin alvêrê bikin. Ji ber rê hatine xerakirin kes nayê. Demildest divê çêbikin. Hatin bi kemçean xera kirin, kirin enqaz û hiştin. Em di nav toz û dûmanê de ne. Em nikarin çavên xwe jî vekin."