Kesê girtî ji ber binpêkirinên mafan serî li ÎHD'ê da 2021-07-09 09:12:50 HATAY - Kesê LGBTÎ+ Şukru Yuzer ku di Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê de ye ji ber binpêkirinên mafan serî li ÎHD'ê da û got: "Dixwazim pirsgirêkên min bên çareserkirin."  Kesê LGBTÎ+ Şukru Yuzer ku di Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê de ye, ji ber binpêkirinên mafan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îskenderûnê da. Yuzer, di serlêdana xwe de behsa binpêkirinên mafan kir û diyar kir ku ew jineke trans e û di qawîşeke Hatay İskenderun T Tipi Kapalı Cezaevi’nde tutulan LGBTİ+ bireyi Şükrü Yüzer, cezaevinde maruz kaldığı hak ihlallerine dair İnsan Hakları Derneği (İHD) İskenderun Şubesi'ne başvu kesî de bi tena serê xwe dimîne û nikare tedawiya xwe bidomîne.   Yuzer ku pençeşêra pişikê lê peyda bûye û ji ber nexweşîna Buergerê pêçiyên wî hatine jêkirin, diyar kir ku ji bo biçe nexweşxaneyê serî li îdareya girtîgehê daye lê serlêdanên wî bêbersiv hatine hiştine û gava wê dibin nexweşxaneyê jî bêyî ji wesayîtê bê peyakirin raporên wê ên berê didin wê.    Yuzer, bilêv kir ku di meha Gulanê de ji Girtîgeha Antalya ya Tîpa L'yê sewqî Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê hatiye kirin û got: "Piştî sewqî îdareya Girtîgeha Îskenderûnê dest danî ser kincên min. Ji bo guherandina zayendê min pêvajoya edlî da destpêkirin, lê min nebirin nexweşxaneyê. Li girtîgehê ji ber nasnameya min henekê xwe bi min dikin. Lewma min qawîşa lê dimam şewitand. Hem ji bo eşyayên min hem jî ji bo tedawiya min doza alîkariyê dikim. Ji ber tedawiyê du caran ji bo rawestandina înfazê min birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê. Lê bêyî ku min wesayîtê daxin û muayene bikin, raporên min ên berê nû kirin. Min îtiraz kir. Lê gef li min xwarin û gotin, 'Em ê te bişînin Girtîgeha Antakya ya Tîpa F'yê. Wê li wir li te bixin.' Dixwazim pirsgirêkên min bên çareserkirin."