Bi hezaran polîs anîn Amedê 2021-07-09 10:01:13   AMED - Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan îro tê Amedê. Ji bo hatina Erdogan bi hezaran polîs ji bajarên derûdorê anîn Amedê.    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan îro ji bo “merasîma vekirina komî” tê Amedê. Ji bo hatina Erdogan bi hezaran polîs ji bajarên bakurê Kurdistanê anîn Amedê. Ji bajarên wek Riha, Meletî, Çewlig, Xarpêt, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Mûş û Şirnexê bi hezaran polîs bi otobusên fîrmayan anîn Amedê. Polîsan veguhestin miduriyetên polîsan ên li Amedê û piştî wezîfedarkirinê otobusan polîsan veguhest cihên cuda yên Amedê.