Welatiyên Amedê: Em naxwazin Erdogan were vî welatî 2021-07-09 10:29:03   AMED - Gelê Amedê ku ji bo hatina Serokkomar Erdogan a Amedê nekêfxweş in wiha gotin: “Heke pirsgirêka kurd çareser neke, bila neyê vî welatî. Neyê baştir e. Biçe ku derê bila biçe.”   Serokkomarê AKP’î Erdogan wê îro were Amedê û tevlî merasîma “vekirina komî” bibe. Tê payîn ku Erdogan, piştî ku li Mizgefta Kûrşûnlû ya dema qedexeyên derketina derve ya navçeya Sûrê de hatibû rûxandin nimêj bike, wê serdana koma li pêş avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê tên sekinandin bike. Wê dûre Erdogan saet di 17.00’an de li pêş avahiya walitiyê di “merasîma vekirina komî” ku bi raya giştî re nehat parvekirin de biaxive. Beriya hatina Erdogan li ser rêgeha konvoya wî nasnameyên welatiyan hatin kontrolkirin û li kargehan û ser rêyan lêgerîn hatin kirin. Li aliyê din li hemû pirên li bajêr pankartên Erdogan hatine daliqandin û gelek cade ji trafîkê re hatin girtin. Me têkildarî serdena Erdogan a piştî 3 salan mîkrofon dirêjî welatiyên Amedê kir.    ‘NE GIRÎNG E’   Abbas Ongol, diyar kir ku tu girîngiya serdana Erdogan ji bo gelê Amedê nîne û wiha got: “Ez 40 salî me û heta niha tu tişt nehat guhertin. Dema derdikevin pêş kamerayan dibêjin ‘em bira ne’. Ez jî dibêjim ew nebin ji xwe em bira ne. Herkes êdî li derdê xwe dinêre. Erdogan hatiye an nehatiye ne gelek girîng e.”   REWŞA GEL   Yavûz Çîçek jî bi bîr xist ku Erdogan beriya niha jî hatibû bajar hin soz dabûn û wiha got: “Gel birçî ye perîşan e. Rewşa kesên birçî pirsî ye? Na. Li rojavayê Tirkiyeyê êrişî me dikin, dewlet jî radibe wan diparêze.”   ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD   Ajokarê dolmîşê Mûrat Bîngol jî bi lêv kir ku her cara Erdogan tê rêyan digirin, wan aciz dikin û wiha got: “Bila neyê me aciz dike. Neyê baştir e. Biçe ku derê bila biçe. Bi hezaran polîsan tînin, li me ceza dibirin û ji xebata me re dibin asteng. Em tu rayedarên dewletê naxwazin, em têra xwe hene. Heke Erdogan pirsgirêka kurd çareser bike wê herkes wî li ser pişta xwe bigerîne lê çareser neke bila neyê baştir e. Daxwaza me çareserkirina pirsgirêka kurd e.”   PIRSGIRÊKÊN GEL   Abdurrahman Gumuş jî derbarê serdana Erdogan de wiha axivî: “Nifûsa ciwanan a li Amedê gihişt ji sedî 60’î. Ciwan li qehwexaneyan wextê xwe derbas dikin. Ez 35 salî me li nikarim pêşeroja xwe bibînim. Ji ciwanan re heyfe. Ez naxwazim vê pirsgirêkê paşguh bikin. Divê pirsgirêka kurd jî were çareserkirin. Heke were çareserkirin wê ev der wê rabin ser piyan. Hin gotinên Erdogan dilê me diêşîne. Îro pirsgirêka kurd heye, her kes vê qebûl dike. Ew jî qebûl dikin lê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî vê pirsgirêkê nayînin ziman.”   RÊ NÎŞANÎ ERDOGAN DA!   Mûstafa Aslan jî ji bo hatina Erdogan wiha got: “Em tu car neçûn mitîngên û em ê dîsa jî naçin. Çi ji me dixwaze? Tê ji me re girtîgehan çêdike, me digire. Kurdan dixapîne. Bila biçe Zongûldak û Trabzonê. Pêwistiya me bi wî nîne. Ji me re dibêje 'em xwişk û bira ne' ka li ku xwişk û bira ne? Ji ber wê yekê tu daxwazên me nînin. Gelê Amedê naçe pêşwazîkirina wî. Bila ew neyê, bila Selahattîn Demîrtaş were.”   ‘ERDOGAN HER TIŞT XELAS KIR’   Azîz Yardim jî diyar kir ku naçe pêşwazîkirina Erdogan û sedemê wê bi van gotinan vegot: “Ji ber ku kurd ji wî aciz in. Di pêvajoya çareseriyê de digot 'em xwişk û bira ne'. Ka behsa kîjan xwişk û biratiyê dike? Heke ji bo Erdogan ji derve mirovan neyînin ji vir kes wî pêşwazî nake. Mafên gelê kurd desteser kirin, qeyûm tayîn kirin. Erdogan li Dolmabahçeyê her tişt xelas kir.”   MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol