Rêveberiya nû ya Baroya Rihayê serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-07-09 12:42:46   RIHA - Rêveberiya Baroya Rihayê ya nû serdana piştevaniya Malbata Şenyaşar ku 123 roj in nobeta “edaletê” digire kirin.    Emîne û Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) bi daxwaza “edaletê” 123 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê digire. Malbat vê sibehê jî ji malê berê xwe dan ber edliyê û hatin li pêş avahiya edliyê rûniştin û dest bi çalakiya xwe kirin. Rêveberiya Baroya Rihayê ya nû serdana malbatê kir. Parêzerên malbatê jî bi Rêveberiya Baroyê re bûn.    ‘YÊN KU EDALETÊ BÎNIN RÊXISTINÊN HIQÛQÊ NE’    Ji parêzerên malbatê Gokhan Dayik derbarê dosyeya dozê de agahî parvekirin. Pişt re Ferît Şenyaşar axivî û behsa têkoşîna xwe ya edaletê kir û destnîşan kir ku li holê sûcek mirovahiyê heye. Şenyaşar got yên ku vê edaletê temîn bikin rêxistinên hiqûqî ne.    ‘DAXWAZA MALBATÊ DAXWAZA ME YE’    Serokê Baroya Rihayê yê nû Mehmet Welat Îzol jî destnîşan kir ku ew dixwazin li tavilê edalet pêk were û ne 123 roj malbat hezar û 23 roj jî li vir rûnên wê piştevaniya malbatê bikin. Îzol anî ziman ku daxwaza malbatê daxwaza wan e û ji bo daxwaza malbatê wê bi Serdozger re hevdîtin bike.    Ji parêzerên malbatê Hîdayet Emenek jî axivî û derbarê têkoşîna malbatê û binçavkirinên malbatê de agahî da, daxwazên parêzeran jî parve kir û got serdana baroyê wan kêfxweş kiriye.