Li Semsûrê gelek titûnfiroş hatin binçavkirin 2021-07-09 12:44:21   SEMSÛR - Bi hinceta ku tevlî çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî şerta “belgeya rayeyê” ku ji firotina titûnê re anîbûn, li Semsûrê nêzî 50 titûnfiroş di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.    Wezareta Daristan û Çandiniyê, şerta “belgeya rayeyê” anî pêşiya cotkarên titûnê. Bi hinceta ku titûnfiroş li dijî qedexeya bazirganiya titûnê li Semsûr û navçeyên wê tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûne, gelek ji wan hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, esker û polîsan li navend û navçeyên bajêr bi ser malan de girtin û nêzî 50 kesan binçav kirine. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Semsûrê û Fermandariya Cendermeyan a Bajêr. Li gelek noxteyên cuda ên bajêr ligel erebeyên zirxî gelek esker hatin bicihkirin.