Hatina Erdogan Amedê dorpêç kir 2021-07-09 13:38:38   AMED - Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hat Amedê. Ketin û derketina navçeya Sûrê hat girtin. Li ser rêgeha ku konvoya Erdogan bi hezaran polîs û maşîneyên zirxî hatin bicihkirin. Derûdora avahiya HDP’a Amedê jî hatiye dorpêçkirin.    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ji bo “merasîma vekirina komî” hat Amedê. Ji duh ve li bajêr dorpêça polîsan didome. Vê sibehê ev dorpêçkirin derket asta herî jor. Bi hezaran polîs ji bajarên derûdora Amedê bi otobusan anîn û li ser rêgeha Erdogan ku wê têde derbas bibe bicihkirin. Serê her kuçe û kolanên ku diçin Sûrê bi polîs û maşîneyên zirxî hatine dorpêçkirin. Li ser peyarêyan ji çend gavan şûn ve polîsek hatiye bicihkirin.    POLÎSAN WÊNEYÊ ERDOGAN BI BER DILÊ XWE VE DANÎN    Li ser rêgeha ku wê Erdgan têde derbas bibe li wan avahî û mal û kargehên ku bi hezaran kes lê dimînin lêpirsîna nasnameya wan hat kirin û derûdor hatin lêgerînkirin. Her wiha li ser vê rêgehê sekvan jî hatine bicihkirin. Balkêş e ku polîsên li Sûrê hatine wezîfedarkirin wêneyên Erdogan bi ber dilê xwe ve danîne.     DERIYÊN SÛRÊ HEMÛ HATIN GIRTIN    Erdogan li Mizgefta Kûrşûnlû ya ku di serdema şerê li Sûrê bûbû armanca polîs û leşkeran û rûxandibûn nimêja înê kir. Deriyê Çiyê, Deriyê Navîn, Deriyê Saray, Deriyê Rihayê û Deriyê Mêrdînê diçin hundirê Sûrê bi bariyerên polîsan hatin girtin. Nahêlin ku zêde welatî li nava Sûrê bigerin. Kuçe û cadeyên ku derdikevin ber Walîtiya Amedê jî hemû hatine dorpêçkirin û girtin. Her wiha derûdora avahiya HDP’ê jî hatiye dorpêçkirin. Bi bariyerên ku li derûdora HDP’ê hatin bicihkirin bi brandayên spî hatine girtin.    BERNAMEYA ERDOGAN    Erdogan bi nimêja înê dest bi bernameya xwe kir. Piştî nimêjê dê beşdarî civîna Şêwrê y AKP’a Amedê bibe. Dûre wê saet di 15.30’an de biçe ber avahiya HDP’ê û serdana wê koma li wir tên sekinandin bike. Pişt re jî wê saet di 17.00’an de beşdarî “merasîma vekirina komî” ku nayê zanîn çi tê vekirin bibe. Saet di 18.30’an de jî wê li Îçkaleya nav Sûrê bi ciwanên AKP’yî re bicive.    Wê rojnamevan nikaribin serdana Erdogan a li ber HDP’ê bişopînin.