EMEP: Kesên biguman ketin partiya me 2021-07-09 14:02:20   ENQERE - Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê Fatma Gurkan, diyar kir ku di 2 tîrmehê de kesên biguman hatine navenda giştî ya partiya wan û got ku gilî kirine.    Partiya Kedê (EMEP), derbarê êrişên muhtemel li navenda xwe ya giştî civîneke çapameniyê li dar xist. Nûnerên HDP, îHD, Partiya Çepgir, TKP, DÎSK, SYKP Û Federasyona Anarşîstên Şoreşger jî tevlî civîna EMEP'ê bûn. Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê Fatma Gurkan, diyar kir ku di 2 tîrmehê de kesên biguman hatine navenda giştî ya partiya wan û têkildarî mijarê ev agahî dan: "Kesekî 30-35 salî hatiye partiye me û pirs kiriye ku kî heye. Piştî ku berisiva "na" girtiye, bêyî ku tiştekî bibêje derketiye çûye. Heman kes ji aliyê peywirdarê partiya me ku pê re bûye muxatab saet derdora 18.00'an li nêzî partiya me li cem Îzz Otelê bi kesekî din re hatiye dîtin. Ji aliyê hevalê me ve hatiye tespîtkirin ku çentekeyekî werzîşê pê re bûye."   Di berdewamê de Gurkan, destnîşan kir ku piştî hatine vî kesê biguman kesên nasnameyên wan nediyar timik li partiya wan geriyane û got ku giliya rewşê kirine.