ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-10 09:00:20 * Amedî ku ji ber bihabûna fiyetan perîşan bûne û nikarin deynên xwe yê kredyê bidin, diyar kirin ku piştî pêvajoya diyalogê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hat qutkirin krîz dest pê kiriye û Tirkiye noq bûye.  * Penaber O. B. (12) ku ji Afxanîstanê hatiye Wanê, anî ziman ku ji ber zilmê reviyaye.    * Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê BIjîşk Huseyîn Yavîç, anî ziman ku li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e û sedema vê jî ji ber ku gel di vî warî de bi zimanê zikmakî nayê serwextkirin.    * Lokman Kabîşen, birayê Zozan Kabîşen ku li Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê Gardiyanan êrîş biribû ser wê, got: "Bi mirinê gefê li xwişka min û hevalên wê xwarin." Kabîşen, anî ziman ku dê li dozgeriyê giliyê gardiyanan bikin.    * Jinên li Hala Zebze û Fêkiyan a Tarsûsê dixebitin, diyar kirin ku ew û karkerên mêr heman karî dikin, lê belê heqdesta wan ne wekhev e. Karkerên jin doza heqdesteke wekhev û sîgorteyê kirin.    *  Berdevka Komîsyona Jinan a KNK'ê Leyla Bîrlîk destnîşan kir ku li dijî êrîşên dagirkirina xaka Kurdistanê pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye û got: "Li dijî şerê mêrê serdest çareserî Kongreya Jinan a Neteweyî ye."    * Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 124'emîn de didome.    * Wê HDP'a Amedê siyasetmedar Vedat Aydin ku di sala 1991'an de hatibû qetilkirin, li Goristana Deriyê Mêrdînê li ser gora wî bi bîr bîne. (09.00)   * Bi beşdariyariya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê qurbaniyên Komkujiya Enqerê ya 10'ê Cotmehê li ber Gara Trênê ya Enqerê bên bibîranîn. (10.04)   * Xizmên windayan û ÎHD li Amed û Êlihê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar bixin. (12.00)   * Dayikê Şemiyê di hefteya 850'emîn de çakiya xwe bi awayekî online li dar bixin. (12.00)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, wê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê bi civîneke çapemeniyê bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexwe. (12.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 485'emîn de çalakiya "Runiştina F" bi awayekî onilne li dar bixe. (13.30)   * Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê wê li Parqa Ataturk daxuyaniyeke girseyî bide. (16.00)   * Wê vekirina Zarok Ma'yê bi Konsera Orkestra Ma Muzîkê bê pîrozkirin. (20.00)