Bijîşk Yavîç: Divê xebatên ji bo aşiyê bi kurdî bên kirin 2021-07-10 09:04:45 WAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Huseyîn Yavîç, anî ziman ku li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e û sedema vê jî ji ber ku gel di vî warî de bi zimanê zikmakî nayê serwextkirin.  Wan, yek ji wan bajaran e ku kêm kes ji bo Covîd-19'ê hatine derzîkirin. Li bajêr rêjeya derzîkirinê ji sedî 50 ye. Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Huseyîn Yavîç, anî ziman ku ji ber ku xebatên derzîkirinê bi zimanê zikmakî nayên kirin rêje kêm e.    SERWEXTKIRINA BI ZIMANÊ ZIKMAKΠ   Yavîç, anî ziman ku yek ji bajarên ku kêm hatiye derzîkirin Wan e û got: "Niha li Wanê rêjeya derzîkinê ji sedî 44 e. Di dema pandemiyê de derzî baş nehatin peydakirin. Polîtîkayên qels ên Wezareta Tenduristiyê bandor li welatiyan kir. Bi taybetî gava plansazî hatin kirin, şert û mercên herêmî esas nehatin girtin. Mesela, li herêma me xebatên aşiyê bi zimanê zikmakî nehatin kirin. Lewma rêjeya derzîkirinê kêm e."   Yavîç, diyar kir ku diviyabû heya niha ji sedî 70'yê bajêr hatibûna derzîkirin û divê tu kes dudilî nêzî derziyan nebe û got: "Ev tekane rêya herî bibandor e ji bo parastina xwe û parastina civakê."    HIŞYARÎ   Yavîç, anî ziman ku hê pandemî didome û heger mirov xwe sist bikin dê hejmara pêketiyan cardin zêde bibe. Yavîç, destnîşan kir ku divê tevdîr neyên sistkirin û mesafeya fizîkî esas bê girtin.    RÊJEYA PÊKETIYAN   Yavîç, diyar kir ku li gor daneyên dawî yek ji bajarên ku hejmara pêketiyên wê zêde bûne jî Wan e û got: "Ev rêje berê kêmtir bû. Divê li kargehan û deverên qelebalix tevdîr esas bên girtin, yan na dê pîkên cuda rû bidin."    XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ   Yavîç, bal kişand ser rewşa xebatkarên tenduristiyê jî û got: "Me di vê pêvajoyê de dît, 400 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest da. Barê vê pêvajoyê li ser milê xebatkarên tenduristiyê bû. Mafên wan ên destûrê, teqawidbûyînê û îstifakirinê hatin astengkirin. Di demên dawî de destûra salane ya bijîşkên malbatê hatin redkirin. DI vê pêvajoyê de divê piştgiriya xebatkarên tenduristiyê bê kirin, divê karibin destûra xwe ya salane bi kar bînin û ji bo barên wan sivik bibe divê plansaziyên cuda bên çêkirin."    MA / Bariş Donmez