Gardiyanan êrîş bir ser wê, ji dêvla bibin nexweşxaneyê, wê xistin hucreyê 2021-07-10 09:05:00 AGIRÎ - Lokman Kabîşen, birayê Zozan Kabîşen ku li Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê Gardiyanan êrîş biribû ser wê, got: "Bi mirinê gefê li xwişka min û hevalên wê xwarin." Kabîşen, anî ziman ku dê li dozgeriyê giliyê gardiyanan bikin.  Di 23'yê Hezîranê de xizmên girtiyên di Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê de ragihandibûn 30 gardiyanên zilam êrîş birine ser girtiyên jin û li wan xistine. Yek ji van girtiyan jî Zozan Kabîşen bû. Kabîşen, d êrîşê de birîndar bûbû û wê ranekiribûn nexweşxaneyê. Birayê wê Lokman Kabîşen, anî ziman ku xwişka wê xistine hucreyeke yekkesî û li dozgeriyê giliyê gardiyanan kirine.    Kabîşen, anî ziman ku xwişka wî ev tişt ragihandine: "Bi dehan gardiyanên zilam diçin qawîşê û ji jinan re dibêjin, 'di nav 10 deqeyî de qawîşê valakin,d erkevin derve.' Zozan û hevalên xwe jî dipirsin, 'Qey lêgerîn heye, sedem çi ye?' Di vê navê de bi porê xwişka min û hevalekî wê digirin û wan dibin korîdorê. 10-15 gardiyan li ser her yekê ji wan kom dibin û li wan dixin. Zozanê bi wî halê birîndar dixin hucreyê."    BI MIRINÊ GEF LI WAN XWARIN    Kabîşen, destnîşan kir ku bi mirinê gef li xwişka wî û girtiyên din hatiye xwarin û got: "Ji girtiyan re gotine 'Ev der sergoyê me ye. Dilê me çaw abixwaze em ê wisa bikin. Em dikarin niha vê kêliyê we bikujin û têxin bin betonê.' Bi vî awayî bi mirinê gefê li wan dixwin. Parêzerê me çû girtîgeê cem xwişka min. Parêzer got, li ser çavê wê birîn tune bûne, lê belê serê wê werimiye û li ser milê wê û canê wê dewsa jopan û qalasan hebûye."    BERÊ JÎ ÊRÎŞ BIRIBÛN SER WAN   Kabîşen, diyar kir ku xwişka wî di Kanûna 2018'an de hatiye girtin û gava wê birine girtîgehê jî tahd elê kirine û got: "Gava polîs wan dibin dibêjin, 'me têr ew îşkence nekirin.' Bi gardiyanan re diaxivin û wan dibin odeyeke taybet û li wir ew îşkence dikin. Wê çaxê me gilî kiribû. Ji ber vê ji me re gotin, 'Dua bikin me serê wan terorîstan jê nekiriye.' Me hevalên wê yên girtî hem jî me, me gelek daxwazne şandin. Ji me re gotin, 'Di dîmenên kamerayan de tiştekî wisa tune ye.' Niha jî dixwazin wekî berê serê bûyerê bigirin. Çi hewce be em ê bikin. Em ê roja duşemê biçin girtîgehê cem xwişka min û ji wir jî biçin dozgeriyê."