Ji Malbata Şenyaşar parvekirina Erdogan: Wê rastî zû dereng derkevin holê 2021-07-10 11:16:50   RIHA - Malbata Şenyaşar, derbarê serdana Erdogan a malbatên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê de ev parvekirin kir: "Em bawer in ku dema bê Riha serdana dayika ku ji bo zarokên 124 rojên nobeta EDALETÊ digire jî bike."   Emîne Şenyaşar ku xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz 2 kur û hevjinê wê qetil kirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar 124 roj in, bi daxwaza "Edaletê" li ber Edliyeya Rihayê nobet digirin. Ji ber ku îro dawiya hefteyê û edliye girtî ye malnat çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    Malbata Şenyaşar, li ser hesabên xwe yên medya sanal, derbarê serdana Erdogan a malbatên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê de ev parvekirin kir: "Serokkomar li Amedê serdana dayikên nobet digirin kir. Em bawer in ku dema bê Riha serdana dayika ku ji bo zarokên 124 rojên nobeta EDALETÊ digire jî bike. Derbarê bûyerê de şaş hatiye agahdarkirin. Wê rastî zû dereng derkevin holê."   Tê payîn ku Malbata Şenyaşar tevlî 1'emîn Kongreya Asayî ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Rihayê bibe.