Mudaxaleyî kesên ku xwestin ji bo Pirsûsê bimeşin kirin: 6 binçavkirin 2021-07-10 13:31:42   STENNOL - Polisan, mudaxaleyî kesên ku xwestin ji bo salvegera Komkujiya Pirsûsê  bimeşin Qada Galatasarayê kirin û 6 kesan binçav kirin.    Partiya Sosyolîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), ji bo Komkujiya Pirsûsê meş li dar xistin. Koma ku bi dûrişmeya "Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesî edalet" li kuçeya Balyozê li hev civiya ber bi Qada Galatasarayê ve meşiya. Komê di meşê de pankarta "Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesî edalet" vekir û dûrişmeyên "Wê hesabê Pirsûsê bê pirsîn" berz kirin.    Piştî destpêkirina meşê bi çend deqeyan polisan mudaxaleyî komê kir û 6 kesan binçav kirin.