Rêyên ku nehatibûn temamkirin li Îdirê jiyanê tevizandin 2021-07-10 14:22:15   ÎDIR - Rê û binesaziyên ku qeyûmê Îdirê 3 meh in temam nake, li bajar jiyanê tevizandin. Piştî baran ku bariya çal û koltên li ser rêya têje ava bûn.    Qeyûmê ku tayînî şûna Hevşaredarên Îdirê yên HDP'î hat kirin, xebatên rê û binesaziyê daye dest pê kirin. Lê ji ber ku ev xebat 3 meh in temam nabin jiyan li welatiyên bajê heram kirin. çal û koltên li ser rêyên ku li navend û navçeyên Îdirê temam nebûne, bi barana ku duh bariya re têje av bûne.    'ÊDÎ BES E'   Îdiriyan bertek nîşanî vê rewşê dan û bi gotin, 'Êdî bes e m e ji vî xelas bikin' banga temamkirina xebatên rê û binesaziyê kirin. Welatiyê ku bi wesayîta xwe ji kolana Kazim Karabekîr derbas bû, ji ber çal û koltên li ser rê ev tişt got: "Em mehf bûn. Vî derdî em dikişînin. Wesayît mehf bûn"   TEV BI HEV RE DANE DESTPÊKIRIN   Esnafe bi navê Abdullah Akbûlût jî destnîşan kir ku ji ber xebatan ji saetê carekê neçar dimînin ku dikana xwe paqij bikin û ev tişt got: "Her derî xera dikin. Heke carê cihekê çêkirine wiha nedibû û wê baştir bûna. Lê di heman demê  de li gelek cihan dest bi xebatan kirine. Divê ku gel demek zûtir jî vî ezabî bê xelaskirin.   ESNAF DI ZORÊ DE NE   esnafên bi navê Yûsûf Dûyûsû û Surmelî Batan jî ji ber rêbaz û dirêjbûna xebatan gazinên xwe anîn ziman û gotin ku bûye ji ber xebatan nikarin bêhn bigirin.