Doznameya doza girtinê ji HDP’ê re hat ragihandin 2021-07-10 14:38:15   ENQERE – Doznameya doza ku bi daxwaza girtinê li HDP’ê hatibû vekirin, ji partiyê re hat ragihandin.    Doznameya doza ku bi daxwaza girtinê li HDP’ê hatibû vekirin û 70 qlasorên zêdek duh ji partiyê re hat ragihandin. HDP’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku bi pêşengiya Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a partiyê ji aliyê komeke ku ji hiqûqnas û akademîsyenan pêk tê ve parastineke berfireh tê amadekirin.