Decathlona ku cih neda kurdî şermezar kirin 2021-07-10 16:04:10 STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî, ji ber ku di panoya xwe ya danasînê de ji bilî kurdî cih dabû 45 ziman Magazaya Decathlonê şermezar kirin.    Komeleya Lêkolînên Kurdî, ji ber ku di panoya xwe ya danasînê de ji bilî kurdî cih dabû 45 ziman, li ber Navenda Danûstandinê ya Forûm Îstanbolê ya li navçeya Bayrampaşayê, bi daxuyaniyekê Magazaya Decathlonê şermezar kir. Di daxuyaniyê de Hevserokê Komeleyê Eyup Sûbaşi axivî û diyar kir ku diyar kir ku zimanê kurdî zimanekî qedîm e û wiha got: "Zimanê kurdî salan e bi polîtîkayên înkarê re rû bi rû ye. Sedema hatina me ya li vir şermezarkirina Magazaya Decathlonê ya li pişt me ye ku di panoya xwe ya danasînê de ji bilî kurdî cih dabû 45 zimanan e. Em hêvî dikin ku ev ne polîtîkaya înkarinê şaşiyeke rêveberên herêmî ye.    DIVÊ DAXUYANÎ BIDE   Sûbaşi, diyar kir ku divê Decathlonê daxuyanî bide û ev tişt gotin: "Em îro li vir, sibê jî li cihên din bin. Kes nikare kurdî tune bihesibîne. Divê Decathlonê jî li gorî vê rastiyê tevbigere. Em ê parastina xwe ya kurdî bidomînin."   Piştî daxuyaniyê de belavokên li ser wan “Hûn bi xer hatine” û “Şima xeyr amayê” li ser nivîsandî bi dîwarên magazayê ve hatin daleqandin. Piştî belavok demekê bi dîwaran ve man peywirdarên ewlehiyê yên magazayê wan ji dîwaran daxistin.