5 hezar û 530 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin 2021-07-10 22:44:08   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, 37 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 5 hezar û 530 kesên din jî pê ketine.    Li Tirkiyeyê di 24'ê saetên dawî de ji ber şewba Covîd-19'ê 37 kesên din jî mirin û 5 hezar û 530 kesên din jî pê ketin. Hejmara kesên heya niha mirine bû 50 hezar û 60.    Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 5 hezar û 217 kes baş bûne û 224 hezar û 184 test hatine kirin.