Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan 2021-07-11 14:37:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 227’emîn de berdewam dike, wê di salvegera çalakiya rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê de weke 15 roj bidorveger bidome.    Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 46'emîn di roja 227'emîn de berdewam dike. Çalakiya ku bi 5 rojan carekê dihat berdewam kirin wê di 39’emîn salvegera çalakiya rojiya mirinê ya mezin a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li dijî hovîtiya Zindana Amedê hatibû pêk anîn, wê bi koman weke 15 rojan careke berdewam bike.