ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir 2021-07-11 14:48:16   ANTALYA - ÎHD’ê, bi girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir.    Di 8'ê Tîrmehê de 20 girtiyên ku bi darê zorê ji Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê sewqî Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê hatibûn kirin, ji hêla gardiyanan ve lêgerîna tazî li wan hatibû ferz kirin û ji ber ku girtiyan ev lêgerîn qebûl nekiribûn destê wan ji paş ve hatibûn kelemçekirin û bi erdê re hatibûn kaşkirin. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Antalyayê li ser serlêdana malbatan bi girtiyên ku hatin îşkencekirin re hevdîtin kir. ÎHD’ê diyar kir ku wê di rojên pêş de derbarê hevdîtinê de raporekê aşkera bike.    Navên hin girtiyên ku bi darê zorê hatin sewqkirin wiha ne: Eshet Dalkiliç, Hasan Kater, Hasan Yakût, Serhat Tûncer, Îslam Erdogan, Mehmet Kandemîr, Mehmet Şeran, Selîm Kegî, Seyîthan Aşkan, Veysî Avar, Îlyas Alak, Feyaz Tahsûk, Ferhat Konûk, Enez Adlim, Zûhat Ozkan, Omer Denîz û Bûrhan Çelîker.