HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn 2021-07-11 16:48:34   SEMSÛR - Wesayîta ku parlementerê HDP’ê yê berê Behçet Yildirim û endamên partiyê têde bûn qeza kir û 7 kes birîndar bûn.    Wesayîta ku parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Behçet Yildirim û endamên partiyê tê de bûn li gundê Ormanîçî yê Semsûrê qezaya trafîkê kirin. Wesayîta ku Yildirim diajot li wesayîta ku di şerîda ji hember dihat ve qelibî, di encama qezayê de Hevseroka HDP’ê ya Semsûrê Zelîha Karinca, rêvebera bajêr Fahriye Akbaba, endama Meclîsa Jinan Elîf Guven û Elçîn, Gulseren, Ecrîn û Ûras Şîmşek ên di wesayîta din de birîndar bûn.  Ambûlansên ku hatin cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê. Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.