Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin 2021-07-11 20:02:23 STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî şermezar kir û xwest mele demildest werin berdanê.    Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevler a Stenbolê têkildarî meleyên endamên DÎAY-DER'ê û DîK'ê ku xutbeya kurdî xwendin hatine girtin li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û bertek nîşanî girtina meleyan da. Rêveberên HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê HDP'a Bahçelîevlerê Zafer Kiliç daxuyanî xwend û destnîşan kir ku îqtidara AKP'ê dixwaze têkoşîna meleyên kurd têk bibe û got: "Em ji civaka îslamê dipirsin, gelo ev zilm yanî ev girtin tê qebûl kirin? Yên ku dibêjin em misilman in radibin meleyan digirin. Meleyên me li ser vê axê aştî û xweşiyê dixwazin. Bi zilmê hûnê negihjîn tu deverê. Em vê girtin û zilma li ser meleyan qebûl nakin. Em bang dikin ku mele demidlest werin berdan.