Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin 2021-07-11 21:11:04       NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin û serokên nû hatin bijartin.    Baroyên bajarên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin. Di kongreyan de serokê heyî yê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel li ser navê Koma Parêzerên Hemdem bi ser ket. Li Edeneyê jî li ser navê Koma Parêzerên Demokrat Semîh Gokyuz bi ser ket. Li Mêrsînê jî li Gazî Ozdemîr li ser navê Koma Pêşeroja Pîşeyê bi ser ket.