ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN 2021-07-12 09:00:13 * Osman Îlerî yê 107 salî ku şahidiya Komkujiya Geliyê Zîlanê ya beriya 91salan pêk hat kiriye, diyar kir ku axayên eşîran ê di komkujiyê de îxanet li gelê xwe kirine ji bîr nekirine û bi gotina “Kurdino, bibin yek” banga yekitiyê li gelê kurd kir. * Parêzer Bunyamîn Înce yê ku li Geverê dayika wî Surmî Înce ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin, cezayê li leşker hatiye birîn wek “xelatkirinê” pênase kir û gelek faîlên bûyerê hene û AYM’ê dosyeyê ji esasê xistiye ber lêpirsînê.    * Li gundê Hespîstê ya bi ser navçeya Hezexê 20 roj in bêav e. Ji ber ku şêniyên gund doza avê kirin, qereqolê bang li wan kir ku biçin îfade bidin û gef li wan xwarin. Şeniyên gund bertek nîşanî vê helwesta rayedaran dan û gotin: "Hem ava me qut dikin û hem jî dixwazin ku me ceza bikin."    * Parêzer Nûrettîn Kiliç sepanên DEDAŞ’ê yên li herêmê ku pêk tîne wek “nêzîkatiyek polîtîk” nirxand û bang li cotkaran kir ku serî li darazê bidin. Kiliç bang li EPDK’ê jî kir ku li gel mufetîşan li herêmê lêkolînê pêk bîne.    * Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek piştî şertên pandemiyê hatin asayîkirin, dest bi qeydên perwerdehiya ziman kirin. Mamosteyên komeleyê diyar kirin ku divê her kes xwedî li ziman derbikeve û vê bangê kirin: "Werin tevlî perwerdehiya ziman bibin."    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 126'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * HDP wê li Îdirê serdana esnafan bike û civîna gel li dar bixe.    * Danişîna duyemîn a doza Dayikên Şemiyê wê li 21'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (09.30)   * Danişîna 5'emîn a doza Pinar Gultekîn wê li Dadgeha Mûglayê were lidarxistin. (13.00)   * HDP wê li Amedê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî re bicive. (11.00)    * DAD dê serdana DÎAY-DER'ê ya li Şîrînevlera Stenbolê bike. (15.00)