Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan 2021-07-12 09:12:28 WAN - Osman Îlerî yê 107 salî ku şahidiya Komkujiya Geliyê Zîlanê ya beriya 91salan pêk hat kiriye, diyar kir ku axayên eşîran ê di komkujiyê de îxanet li gelê xwe kirine ji bîr nekirine û bi gotina “Kurdino, bibin yek” banga yekitiyê li gelê kurd kir. Di 13’ê Tîrmeha 1930’an de di dîroka kurdan de komkujiya herî mezin qewimî. Li herêma Geliyê Zîlan a bi ser navçeya Erdîşa Wanê ve 44 gund hatin şewitandin û bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Şahidê komkujiyê Osman Îlerî diyar kir ku îxaneta axayên eşîran ji bîr nekiriye û banga yekitiyê li kurdan kir.     44 GUND HATIN ŞEWITANDIN   Piştî ku di sala 1926’an de Biroyê Heskê Têlî li Çiyayê Agiriyê li dijî dewletê serî radike, Rêxistina Xoybûnê ku li Lubnanê hat damezrandin jî di sala 1929’an de beşdarî serhildanê dibe. Xoybûn ji bo ku şervanên bi awayekî belav şer dikin kom bike, ji Eşîra Berzencî Seyîd Resûl dişînin Geliyê Zîlan. Seyîd Resûl, bi koma ji 400 kesan pêk tê ya bi wî re Erdîşê dorpêç dikin. Piştî pevçûnên demdirêj serhildêr paşve diçin û derbasî Îranê dibin. Li ser vê yekê Derwîş Beg ê li Erdîşê serpel bû, mufrezeya xwe digire û Geliyê Zîlan dorpêç dike. Li Herêma Zîlan a ku eskeran ketin û derketina wê girtin 44 gund hatin şewitandin.    BI HEZARAN MIROV HATIN QETILKIRIN   Piştî ku gund tên şewitandin bi hezaran kes, bi awayekî komî bi çekên otomatik tên kuştin, yên sax man jî tên sirgunkirin. Dest deynin ser heywan û malên din ên gundiyan. Gundiyên ku di bin cenazeyan de man û nemirin û yên revîn mecbûr man ku demekî dirêj bi awayekî qeçax bijîn. Her çiqas hejmara kesên ku hatine kuştin weke 15 hezaran were diyarkirin jî şahidên demê û hin çavkaniyên din dibên hejmara rast ji 40 hezaran zêdetir e.   ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ: ÇEM BI DEVÎ RE CENAZE BÛN   Rojnameya Cûmhûriyetê ya wê demê komkujî diparast, manşeteke dîrokî dinivîse. Rojname bi wêneyekî ku cenazeyê mirovan dida nîşandan, buyerê wiha vedibêje: “Teyareyên me ên li ser Çiyayê Agiriyê difirin, bi awayekî tund şakiyan bi bombebaran dikin. Çiyayê Agiriyê bi bomberanê dinale. Qertalên demir ên tirkan hesaba aşiyan paqij dike. Çemê Zîlan bi devî re cenaze bûne.”   HEYWANAN CENAZE XWARIN   Osman Îlerî yê 107 salî ku ji şahidekî kesên ji komkujiyê xelas bûyî ye li Gundê Exs yê Erdîşê dijî. Îlerî, şahidiya xwe ya derbarê komkujiyê de wiha vegot: “Di dema komkujiyê de ez li Zozanên Kaniya Pûçê bûm. Hemû mirovên li gundan kom kirin û li Cebeliyê kuştin. Gundiyên li Herêma Bekîra jî komkirin û birin li Newala Fêde qetilkirin. Kesê nikarî cenazeyan bigirin, cenazeyan gur, çeqel û roviyan xwarin.” Îlerî, bi lêv kir ku kesên ku di bin cenazeyan de sax xelas bûn hebûn û wiha axivî: “Mirovên ku xelas bûn, bi rojan birçî û tî man. Em jî piştî xelas bûn me hewl da em biçin Erdîşê. Pişt re em çûn gundê Koçkopruyê û li wir man. Hinek kes hatin sirgunkirin. Şandin bajarên cuda cuda. Dema piştî salan em zivirîn me dît ku her der hilweşandine.”   ÎXANETA NAYÊ JIBÎRKIRIN   Îlerî diyar kir ku ligel komkujiya bi serê wan hat îxaneta ku kurd li kurd kir ji bîr nake û wiha berdewam kir: “Wê demê axayên eşîran îxanetî gelê xwe kirin. Sed sal in îxanet berdewam dike. Bila êdî kurd îxanetê li kurdan nekin. Kurdino bibin yek.”   KOMKUJÎ BERDEWAM DIKE   Şopên komkujiya beriya 91 salan pêk hatî hêj hene, politikaya komkujiyê bi qirqirina ekolojiyê heta roja me didome. Aktivîstê Hawirdorê Zeynel Abîdîn Çelebî jî bal kişand ser karê madenê yê Geliyê Zîlan û da zanîn ku xebatên madenê “komkujiya xwezayê” ye.    DIZÎ, TALANKIRIN Û DAGIRKIRIN   Çelebî diyar kir ku xebatên madena zêr li jora Zozanên Acibûlak a gundê Şahbazar ê Geliyê Zîlanê tên kirin û destnîşan kir ku ligel xebatên lêgerîna madenê zêr bidome wê ligel ava madenê gelek çavkaniyên avê êdî weke “jehr” biherikin. Çelebî, bal kişand ku xwezaya Zîlanê her tim di bin dizî, talan û dagirkirinê de ye û Herêma Zîlanê bi awayekî zanebûn tê texrîbkirin.    MA / Cemîl Ûgûr