ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin 2021-07-12 10:03:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Tiba Edlî bi hêceta “Delîl têr nakin” rapor neda girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan û xwest mehek li Girtîgeha Tîpa R di bin çavdêriyê de were ragirtin.    Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Amedê Tîpa D tê ragirtin, bi mirinê re rûbirû ye. Ozkan di 27’ê hezîranê de ji bo raporê werbigire sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hatibû kirin. ATK’ê ji bo rewşa Ozkan got “Delîl têr nakin” û rapor neda û xwest mehekê li Girtîgeha Tîpa R di bin çavdêriyê de were ragirtin.    ‘GELO DIVÊ BIMIRE?’    Di hesabê Twitterê yê li ser navê Ozkan hatiye vekirin de derbarê rapora ATK’ê de wiha bertek hat nîşandan: “ATK’ê bi yekdengî rapora şermê da! Mehmet Emîn Ozkan 83 salî ye. Bi zorê li ser piyê xwe diçe. Nikare bimeşe. Nabihîze! Tevî ewqas nexweşînên wî jî delîl têr nakin… Ji bo delîl çêbibin gelo divê bimire!”