Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt 2021-07-12 10:11:01   BALIKESÎR - Li navçeya Altieylulê, kesê bi navê S.A. ku bi ser merasîma sunetê de girt 10 kesan birîndar kir. Ji birîndaran zarokekê 3 salî û jinekê jiyana xwe ji dest dan.    Li navçeya Altieylulê ya Balikesîrê, kesê bi navê S.A. bi ser merasîma sunetê de girt û kesên bi navê K.D., E.G., A.G., N.D., U.G., Y.T., P.D., Ş.G., D.D. ve N.D. birîndar kir. Birîndaran rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajar. Ji birîndaran zarokekê 3 salî K.D. ku rewşa wî giran bû û jina bi navê E.G. jiyana xwe ji dest dan. Tedawiya her heşt birîndarên din jî didome.    Êrişkar piştî bûyerê hat binçavkirin.