Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye 2021-07-12 10:23:13   ENQERE - Şaxa DAD'ê ya Enqerê, ji bo Komkujiya Geliyê Zilan ev daxuyanî da: "Ji berê ve ji bo canên ku di oxira ziman, bawerî, maf û heqîqetê bedel dane xwebûna me di tengasiyê de ye."   Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), derbarê Komkujiya Geliyê Zîlan ku di 12-13'Ê tîrmeha 1930'an de li navçeya Erdîşê ya Wanê pêk hatibû daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: "Ji berê ve ji bo canên ku di oxira ziman, bawerî, maf û heqîqetê bedel dane xwebûna me di tengasiyê de ye."   'KESÊN JI WAN RE DIIGOTIN EŞKIYA GELÊ GUNDÎ BÛ'   DAD'ê di berdewama daxuyaniyê de ragihand ku rojnameyên demê komkujiyê bi van hevokan 'Hejmara eşkiyayên ku di Tevgera Zîlanê de hatine îöhakirin ji 15 hezaran zêdetir in...Çemê Zîlanê têje cesed bûne.' derbas kirine û ev tişt got: "Kesên ji wan re digotin eşkiya gelê gundî bûn. Neyartî û hirseke wisa bûye ku pitikên di zikê dayikên xwe de bi singûyên qul qulî kirine. Ji berê ve ji bo canên ku di oxira ziman, bawerî, maf û heqîqetê bedel dane xwebûna me di tengasiyê de ye. Dewra wan daîm be."