Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn 2021-07-12 11:01:31   AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê polisên ku mil û diranê Kevser Demîr şikandin de rapora nexweşxaneyê ya "Birîndarkirina ku bi mudaxaleya hêsan a tibbî nikare bê derbaskirin" berovajî kir û biryara neşopandinê da.    Di 18'ê gulanê de polisan, li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê, bi ser mala Kevser Demîr de girtibû û bi hinceta hişbirê kurê wê Suleyman Demîr bi lêdanê binçav kiribûn. Ji ber ku li  dijî lêdana kurê xwe derketibû polisan li Kevser Demîr jî dabûn û mil û diranên wê şikandibûn. Her wiha polisan li keça Demîr Fatma Demîr jî dabûn. Li ser vê Demîr û keça xwe li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî rapora derpkirinê girtibûn. Nexweşxaneyê ji bo Kevser Demîr rapora "Birîndarkirina ku bi mudaxaleya hêsan a tibbî nikare bê derbaskirin" û ji bo keça wê Fatma Demîr jî rapora "Birîndarkirina ku bi mudaxaleya hêsan a tibbî dikare bê derbaskirin" dabû.   RAPORA BAROYA AMEDÊ   Baroya Amedê jî serdana malbatê û şahidan kiribû û derbarê bûyerê de raporek amade kiribû. Baroyê, ragihandibû ku rapora tenduristiyê, vegotinên şahidan û malbatê hev digirin û rapor kiribû ku di bûyerê de "îşkence û memeleya xerab" hatiye kirin. Piştî rapora xwe baroyê giliya polisan kiribû.    RAPORÊ BEROVAJÎ KIR   Serdozgeriya Komarê ya Amedê, piştî gilîkirina Baroya Amedê lêpirsîn dabû destpêkirin. Serdozgeriyê, di lêpirsînê de biryara "cih ji şopandinê re tune ye" da û angaşt kir ku rapora "Birîndarkirina ku bi mudaxaleya hêsan a tibbî nikare bê derbaskirin" a derbarê Kevser Demîr de jî bi vî awayî "Birîndarkirina ku bi mudaxaleya hêsan a tibbî dikare bê derbaskirin" hatiye amadekirin. Serdozgeriyê, piştî vê berovajîkirina raporê angaşt kiriye ku mudaxaleya polisan di sînorên "Bikaranîna Çek û Zorê" de maye û delîlên ku gumanên çêbikin tune ne.      Wê Baroya Amedê, li dijî biryara neşopandinê Serî li Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Amedê bide û biryarê îttîraz bike.