10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin 2021-07-12 11:29:54   SEMSÛR - Li Semsûrê 10 cotkarên titûnê ku "belgeya rayeyê" şermezar kiribûn hatin girtin.    Li Semsûrê, 16 cotkarên titûnê ku ji ber şermezarkirina  "belgeya rayeyê" hatibûn binçavkirin, duh êvarê sewqî edliyeyê hatin kirin. Cotkarên ku îfade dan dozgeriyê, bi angaştên "muxalefeta qanûna meş û çalakiyan" , "astengkirina peywira karmenn" û "Bi girtina rê astengkirina azadiya seyahatê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezayê ya silhê hatin kirin. Li dadgeriyê 10 cotkar bi heman angaştan hatin girtin û 6 cotkar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.