Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar 2021-07-12 12:08:27   RIHA - 8’emîn dozgerê ji bo lêpirsîna Malbata Şenyaşar a 126 roj in bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digire hat tayînkirin jî randevû neda malbatê.    Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 126'emîn de berdewam dike. Malbata ku di saetên serê sibê de hat pêş edliyeyê, li pêş bariyeran dest bi nobeta xwe kir.    ‘DAXWAZA ME HAT REDKIRIN’   Ferît Şenyaşar, ragihand ku daxwaza wan a hevdîtinê ya bi dozgerê nû hatiye tayînkirin re hatiye redkirin û wiha got: “Em li pêş edliyeyê ne û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li kesên biwijdan û rayedaran dikin. Di holê de komkujiyek heye û ev komkujî li saziyeke dewletê hatiye kirin. Faîl diyar in û li derve ne. Em edaletê dixwazin.”   Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê de ev parvekirin kir: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê yên ku bi malbatî hatin qetilkirin em in. Yên ji bo edaletê bedel dayî dîsa em in. Ji kesên ku bedelê nedin re edaleta bê pere tune ye!”