Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn 2021-07-12 12:48:49   SEMSÛR - Ji cotkarên titûnê yên li dijî ferzkirina "belgeya rayeyê" derketibûn û hatibûn girtin pirsên "Kî we organîze dike?" , "Hûn li kîjan komeleyê qeyd kirî ne?" pirs kirin.   Di 9'ê tîrmehê de li navçe û navenda Semsûrê, polisan bi ser malên cotkarên titûnê de girtibûn û 16 cotkarên ku li dijî ferzkirina "belgeya rayeyê" derketibûn û çalakî li dar xistibûn binçav kiribûn. Ji van cotkaran 10 jê hatibûn girtin û 6 jê jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Derket holê ku dozger pirsên mîna "Kî we organîze dike?, Hûn li kîjan komeleyê qeyd kirî ne?, Hûn çima çûn çalakiyê?, Agahiya we ji qanûna nû ya titûnê heye?" ji cotkaran pirs kirine.    Hat diyarkirin ku cotkaran jî gotine ku ji ber li dijî qanûnê derketine tevlî çalakiyan bûne.