Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin 2021-07-12 14:16:04   AMED - 160 rewşenbîr û nivîskarên kurd êrişa ser Herema Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kirin ku wê li dijî kesên ji yekitiyê re dibin asteng derkevin û bang kirin ku herkes li dijî êrişan bibe xwedî helwest.    Rewşenbîr û nivîskarên kurd, têkildarî geşedanên li Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd a li Amedê daxuyaniyek dan. Daxuyaniya ku nivîskar tevlî bûn, 160 rewşenbîr û nivîskaran îmze avêt. Daxuyaniya hevpar rêveberê Komeleya Wêjekarên Kurd Ahmet Kanî xwend. Kanî, diyar kir ku gelê kurd di dîrokê de, ji bo civakbûn û pêşketina mirovahiyê roleke sereke lîstiye û wiha got: “Bêguman, gelê kurd bi sed salan e jî ji bo rûmet, hebûn û xwebûna xwe ya azad ji her milî ve, bi vîn, bîr û baweriyeke mezin li ber xwe dide û têkoşîna xwe dimeşîne. Di encamê da gelek serkeftin bi dest xistine.”   ‘DÎROK KESÊN LI PÊŞ YEKITIYÊ DIBIN ASTENG EFÛ NAKE’   Kanî, da zanîn ku êrîş û armanca ji holê rakirina destkeftiyên kurd a desthilatdaran tu carî kêm nebûye û wiha axivî: “Dagirker di van êrîşan da herî zêde ji parçebûna kurdan hêzê digirin. Yekîtiyeke azad a kurdan hebûya kurd niha ji mêj ve dê bi ser biketana û yekîtiya xwe ava bikirina. Kîjan alîyê kurdan, bo berjewendiyên xwe yên takekesî, malbatî û rêxistinî li ber yekîtiya kurdan bibin asteng; dê dîrok wan efû neke. Mînaka herî dawiyê rewşa başûr û rojavayê Kurdistanê ye. Wek tê zanîn dewleta dagîrker van heyamên dawiyê êrîşa xwe ya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê derxistiye asta herî jor.”   ‘LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN RÊYEKÎ BIBÎNIN’   Kanî, bal kişand ser yekitiya neteweyî ya kurdan û wiha berdewam kir: “Em wek rewşenbîr û nivîskarên her çar parçeyan bi awayekî zelal bang û gazî dikin ku bila hemû sazî, dezge, partî, rêxistin, malbat û hemû kurd demildest li gel hev rûnên û bi hev ra rêyek li hember êrişan bibînin. Bila êdî tu kes li hember yekîtiya kurdan nebin asteng û yên ku bibin asteng jî bi her awayî li hember dîroka vî welatî dê berpirsyar bin û em jî bi ferasetek netewî dê li hember wan derkevin. Bi rastî jî divê em kurd, li şûna kîna li hemberî hev, li dijî dagirkeriyê û komkujiya kurdan têbikoşin û astengiyên li ber yekîtiya neteweyî ya kurdan ji holê rakin. Ji bo yekîtî û azadiya kurdan bikevin nava hewildanê.”   LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN   Kanî, bang li hemû rewşenbîr, nivîskar, hunermend, sazî û dezgehên sivîl ên kurdan kir ku bi ziman û sekneke zelal li dijî dagîrkeriyê helwesta xwe nîşan bidin û ji dagîrkerîya hovane ra bêdeng nemînin. Kanî, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li ser vê bingehê, em jî hemû erîş û neyartiyên li ser başûr û rojavayê  Kurdistanê û hemû kurdan şermezar dikin û dibêjin, dem dema yekîtiya kurdan e. Gelê kurd ê azadîxwaz dê heta dawiyê, bi ruhê yekîtiyê li ber xwe bide, li her qadê têkoşîna xwe mezin bike û bi ser bikeve. Serkeftin a gelê kurd e.”   Navên 160 rewşenbîr û nivîskaran wiha ye: Abdullah Ayav, Abdulhemid Mendani, Abdullah Yavuz, Adalet Kaya, Almast Hsoyan, Ahmed Kanî, Ahmet Çavli, Ahmet Çelik, A. Avesta Aydın, Amed Tîgrîs, Ayhan Demir, Avjen Argeş, Azad Zal, Aynur Gönül, Bahaddin Robar, Bawer Berşev, Birgül Çağırıcı, Cahide Harputlu, Cemal Xinzor, Cemal Babaoglu, Cevahir Sadak, Ciwanê Ebdal, Delal Ay, Derya Avşar, Devrim Demir, Dilan Aydin, Dilan Güvenç, Dilşa Yûsûf, Dilbezarê Bêkes, Dr. Remzi Azizoğlu, Ednan Dogan, Edip Berk, Eslîxan Yildirim, Ejder Dağ, Ertuğrul Barka, Eyyup Subaşi, Eyyüp Güven, Ezîz Xemcivîn, Fatma Ay Fatma Taşlı Tunç, Fewaz Ose, Feleknas Uca, Feratê Dengizî, Fereydun Saman, Fehim Çetinkaya, Feysel Özdemir, Fevzi Özmen, Fergin Melik Aykoç, Gulistan Kanireş, Glavezh Hemzî Salîm, Girav Rûbar, Gulgeş Deryaspi, Gülistan Oncu, Hacı Özkal, Halil Doğan, Hamdiye Bilek Turgay, Harun Akkuş, Hakki Balta, Hasan Özgüneş, Hasan Harrani, Hemîd Dilbihar, Herdem Merwanî, Hesen Huseyîn Denîz, Hinara Tajdin, Hogir Berbir, İrfan Babaoglu, Îsmaîl Ebas, İbrahim Osman, İbrahim Halil Taş, İlyas Roj, Jêhat Rojhilat, Kamran Simo Hedilli, Kahraman Oğuz, Karîna Osêyan, Kaniya Dapire, Kakshar Oremar, Kemal Bakan, Kerem Tekoglu, Kudret Uçuk, Kurdiye Irgat, Leman Elmas, Leyla Şêr, Liana Avdî, M. Veli Karadeniz, Masum Bilgiç, Mahabad Felat, Mehmûd Badilî, Mehmud Yiğit, Mela Bedirxan, Maziçinê, Mehmet Akdoğan, Mehmet Balyan, Mehmet Çakmak, Mehmet Demir, Mervan Serhildan, Mehmet Devîren, Mehmet Saîd Arzû, Mehmet Yardımcı, Messo Bedirxan, Mevlüt Aykoç, Mine Karakaş, Mirza Ronî, Mirad Bîlgîç, Murat Kan, Mordem Zel, Narin Gezgör, Nazim Kök, Nesrîn Navdar, Neşe Toprak, Necat Baysal, Nurcan Delil, Nurani Durwelat, Nûdem Hezex, Nîhat Gultekin, Osman Özçelik, Özgür Amed, Ömer Fidan, Ramazan Kaya, Remziye Öncel, Reyhan İlke, Resul Ceylan, Rêzan Îssa, Rêzan Aktulum, Rifat Ronî, Roj Ağır, Rojîn Zarg Tîgrîs, Ronahî Çelik, Roza Metîna, Ruhan Mavruk, Rûkiye Özmen, Samî Tan, Saliha Ayata, Salihê Mewalî, Sadrettin Yigit, Sema Asî, Selda Kaya, Seyrana Celadet, Seydi Turgut, Sultan Yaray, Şahabettin Demir, Şerefxan Cizîrî, Şemdin Çolemêrg, Şervan Azad, Şevger Çolo, Şoreş Reşî, Sîpan Sînda, Şilan Elmas Kan, Şiyar Buzcu, Şoresger Karakol, Qadîr Egîd, Veli Bindallı, Xakî Bîngol , Xecê Şen, Xaylaza Reşîd, Xemla Bayê, Yaşar Aksu, Yücel Aslan, Zana Farqînî, Zozan Gulan ve Zubêr Zeynal.”