Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin 2021-07-12 17:02:59   ENQERE - Du nijaperestên din ên li Konyayê êrişî malbateke kurd kiribûn hatin berdan. Ji bo 10 êrîşkaran jî biryara parastinê hat derxistin.   Di 12'ê gulanê de komeke nîjadperest a ji 60 kesî pêk dihat, li taxa Bahçeşehîrê ya navçeya Meramê ya Konyayê êrişî malbata Dedeogûllari ya kurd ku ji Qersê koçî Konyayê bûye kiribû. Koma nîjadperest, di êrişê de 4 jê jin 3 jê jî zilam ji malbatê 7 kesî birîndar kiribû. Koma ku êrişî malbata Dedeogûllari kiribû cîranê wan in û piraniya wan xizmên hev in. Komê, bi gotina "Em nîjadperest in we li vê taxê nadin jiyîn." gef li malbatê xwariye û bi kêr, dar û keviran êriş biribû ser malbatê. Di encama êrişê de Metîn Dedeogûllari xwîn çûye ser mêjiyê wî û ferdên din ên malbatê jî ji cihên xwe yên cuda giran birîndar bûne. Piştî bûyerê ji 10 kesên hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin. Di lêpirsîna girtinê ya meha Hezîranê de Ayşe Keleş û Şerîfe Çalik bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di çarçoveya têkildarî dozê de 4 kes girtî mabûn.    HÊCET: QENEATA WIJDANÎ   Du êrîşkarên din ên di Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê de diman hatin berdan. 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Konyayê di danişîna 9’ê tîrmehê de hat dîtin de bi hêceta “qeneata wijdanî” Yahya Çalik û Velî Keleş bi şertê kontrola edlî berda.  Dadgehê, derbarê Alî Keleş û Lutfî Keleş de jî biryara berdewama girtinê da.    JI ÊRÎŞKARAN RE PARASTIN   Parêzerê Dedeogûllari Abdurrahman Karabûlût, ragihand ku ji 10 bersûcên ku di dosyayê de ne re biryara parastinê derxistine. Karabûlût, diyar kir ku wê li dijî biryara berdan û parastinê îtîrazê bikin.   ‘ÊRIŞ BERDEWAM DIKIN’   Yek ji ferdên malbatê Bariş Dedeogûllari yê ji ajansa me re axivî, diyar kir ku êrişa fîzîkî cihê xwe ji “tacîza devkî” re hiştiye û wiha got: “Her roj bi wesayîtan tên ber deriyê mala me, disekinin û xeberên zayendî dibêjin. Êrişa fîzîkî nebe jî bi awayekî devkî tacîz dikin û êrişên wan berdewam dikin. Bi ser mala me de girtin, êrîş kirin û gef li me xwarin. Lê kesên êrişî me kirin ji xwe re ‘biryara parastinê’ derxistin. Dikarin bi awayekî rihet werin ber deriyê mala me, xebera bêjin û biçin.”   JI KURDAN RE EDALET NÎNE   Dedeogûllari, destnîşan kir ku dema gotûbehs dibin kurd hiqûq û edalet pêk nayê û wiha axivî: “Me êdî ji miduriyeta polîsan jî ji hiqûqê jî hêviya xwe birî. Ez êdî baş dizanim ku êdalet ji bo kurdan pêk nayê. Edalet ji kurdan re nîne. Em êdî nizanin çi bikin. Destê xwişka min şikest, wê heta dawiya emrê xwe jî nikaribe destê xwe bi kar bîne. Edalet li ku ye? Ma ji herkesê re edalet heye ji kurdan re nîne?”   MA / Berna Kîşîn