ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-13 09:00:12 * Kana keviran ku li gundê Horgow ê Îdirê hatiye çêkirin, şêniyên gund bêzar kiriye. Toza kana keviran gund daye ber xwe û hat derpşkirin ku li gund hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde bûye.  * Hanîfe Molla ku ji gardiyanên ku tahde li kurê wê Mûstafa Molla kirin re got, "ez ê giliyê we bikim", gardiyan jî jê re got: "Li vir em hem dadger hem jî dozger in."    * Şahidê rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê ya li Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an nivîskar Mahmût Barik got: "14'ê Tîrmehê xeleka teslîmiyetê perçeperçe kir."    * Ozkan Yarbî, bi çekê Hatûn Koçê birîndar kiribû. Ji ber vê Koç, seqet bûbû. Dadgehê 10 sal ceza li Yarbî birî. Parêzeran, anî ziman ku cezayê hatiye birîn hindik e û dê serî li Dadgeha Îstinafê bidin.    * Endama Koma Kampanyayê ya Peymana Stenbolê ya Enqereyê Fatma Kiliçarslan, anî ziman ku di dema îqtidara AKP'ê de tahdeya li ser jinan zêde bûye, lê dîsa jî jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê bûne mînak.    * Di îdianameya derbarê kuştina Recep Hantaş de, hat xwestin ku bi sûcê "kuştina qesdî ya gengaz" 25 sal ceza li polîs Kazim B. bê birîn.    * Çalakiya Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 127'emîn de berdewam dike.    * Hatîp Dîcle û Rojnameger Huseyîn Aykol jî di nav de danişîna doza ku 4 kes têde tên darizandin wê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Stenbolê bê dîtin. (10.30)   * Di çarçoveya xebatên xwe yên rêxistinkirinê de wê HDP, îro li Amedê bi nûnerên rêxistinên sivîl re bê gelhev. (11.00)     * Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alîmên Olî ya Îzmîrê, têkildarî endamên xwe yên ku li Stenbolê hatibûn girtin wê li avahiya xwe daxuyaniyek bide çapameniyê. (14.00)    * Wê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li Dîlokê bi gel re bê gelhev. (14.30)   * Wê têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê li Stenbol, Riha û Îzmîrê daxuyanî bên dayîn. (17.30-18.00)